HDP'ê li Rihayê binçavkirin şermezar kir: Em ê bi ser bikevin 2018-12-07 16:12:00   RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi armanca binçavkirina endam û rêveberên xwe şermezar bike  daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê diyar kir ku hemû hêz bên ser wan jî dîsa ew dê bi ser bikevin û wiha gotin: "Her ku ew êrîşî me bikin em bêtir bi ser dikevin û bi hêz dibin. Em dê bi ser bikevin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, bi armanca serdegirtina duh li dijî avahiya wan pêk hat û binçavkirina endam û rêveberên xwe şermezar bikin li avahiya HDP'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîne de parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nimettullah Erdogmuş, Omer Ocalan û Ayşe Surucu û gelek welatî amade bûn.   'EM DÊ BI SER BIKEVIN'    Beriya daxuyanî bê dayîn polîsan kesên çûn avahiya HDP'ê yek bi yek di kontrola nasnameyê re derbas kir. Tevî astengiya polîsan, gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Halîl Akbaş, diyar kir ku zêdeyî 2 salin agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nastînin û wiha got: "Leyla Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye. Daxwaza Leyla çiye ya me jî heman tişt e. Em li dijî van zextan serî natewînin. Bi binçavkirinan dixwazin çavê gel bitirsinin. Ji bo çalakiya me terorîze bikin bi ser avahiyê de girtin. Lê ew nagêjin armanca xwe. Ev êrîşên wan bêtir me bi hêz dikin."    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku ji 70 salî heta 3 salî her ke di çalakiyê de ye û wiha got: "Polîsan ji çaygerê partiyê heta rêveber ji zarok heta mezin tev binçavkirin. Em wekî partî heta tecrîd bi dawî bibe emê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta em azadiyê bînin vî welatî emê çalakiya xwe berdewam bikin. Em dê bi ser bikevin."    KESÊN HATIN BINÇAVKIRINI    Kesên di serdegirtina avahiya HDP'ê de hatin binçavkirin û navê wan hat zanîn wiha ne: Çaygerê HDP'ê yê Sûriyeyî Halît, Servet Kiliç, Rojda Binicî, Faruk Badilli, Şeyma Badilli û zaroka wan a 3  salî. Bişar Tuysuz, Serpil Geyik, Nazlı Binici, Cemile Dagtekin (67), Murat Demirkıran, Osman Aydogdu, Memduh Melik, Bilal Zeren, Mahmut Aslan, Ayşe Dogan, Îzzet Karadag, Ali Çaglayan, Abdullah Polat, Mahmut Manas, Feryal Çelikbaş, Feyaz Geçgel, Abdulstar Sogut, Mehmet Şahin, Suhhi Koçyîgît, Suphi Çetin, Şukru Çelik, Mehmet Çiçek (80), Mahmut Kuş, Selvi Oztunç (70), Hevserokê DBP'ê yê Bajar Bekir Karakeçili, Nûnera MEYADER'ê û Endama Meclîsa Dayikên AŞtiyê Hadle Ogur, Mehmet Ali Oba."   Kesên li malê hatin binçavkirin: Hevseroka DBP'ê ya Sema Aişeoglu, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Aliye Kızıldamar, Hazal Çam, Celalettin Erkmen