Çalakiya Guven di roja 30’yemîn de ye: Rewşa krîtîk dest pê kir 2018-12-07 15:22:16   AMED - Parêzerên Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya wê di roja 30’yemîn de ye daxuyanî dan. Parêzer Cemîle Turhalli diyar kir ku vîtamîna B1 nadin Guven û got: “Pirsgirêkên birêz Leyla Guven ên terdirustiyê dest pê kirine û çalakiya wê derbasî astek krîtîk bûye.”    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 30'yemîn de didome. Parêzerên Guven der barê rewşa tendiristiya miwekîla xwe de li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê de civîna çapeniyê li dar xistin û agahî dan.    'REWŞA GUVEN BER BI KRÎTÎKBÛNÊ VE DIÇE’    Parêzera Cemîle Turhalli Balsak di civînê de axivî û pêvajoya girtina Guven bi bîr xist û got: “Birêz Leyla Guven di 7'ê Mijdarê de bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşîna doza xwe bû û got ku tecrîd sucê mirovahiyê ye û diyar kir ku ew li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dike. Îro çalakiya wê ket roja 30'yemîn. Di roja de rewşa Guven ber bi xeteriyê ve diçe. Guven zêde zeîf bûye û serê wê gêj dibe. Guven ji bîr dike û di warê axafitnê de jî pirsgirêkan dijî.  Dîsa di sala 2012'an de jî dema ku li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê ew rakiribûn nexweşxaneyê û di serê wê de tumor peyda bibû. Divê ku Guven derman bi kar bîne lê ji ber ku di grevê de ye bi kar nayne."    'MAFÊ WÊ DERMANAN TÊ BINPÊKIRIN’    Turhalli anî ziman ku di greva birçîbûnê de vîtamîna B1 û vexwarin girîng e û wiha dewam kir: “Der barê rewşê de me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir.  Rêveberiyê diyar kir ku vîtamîna B1 ji dervê welat tê û anîna wê ya girtîgehê dijhiqûqî ye wê nikaribin bînin. Ev vîtamîneke jiyanî ye. Em helwesta rêveberiya girtîgehê ya der barê mafê tendirustiyê de rast nabînin. Ji bo ku ev derman bên anîn berî bi demek kurt qanûn derket. Li gel vê jî kesekî tu bersîv neda me.  Em di vê rewşê de girtina Guven jî dijhiqûqî dibînin. Kesên ku dikevin greva birçîbûnê û rojiya mirinê tercîha wan ji bo qebûlkirina daxwazên wan e. Ji bo vê em dibêjin ku divê vîtamîna B1 ji Guven re bê dayîn. Nedayîna vê vîtamînê binpêkirina mafê tendirustiyê ye. Divê ku demek berî demekê çareserî bê dîtin."   'EM JÎ LI PIŞT DAXWAZA GUVEN IN’    Parêzer Serdar Çelebî jî pirsên rojnamegeran bersivandin û wiha got: “Leyla Guven gelek caran bi cezayê lêpirsînê re rû bi rû maye. Ji ber îtîraza ku me kir îro îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin û em li hêviya biryarê ne. Em jî wekî parêzerên Guven daxwaza wê di cîh de dibînin û dibêjin ku bila ev daxwaz bê qebûlkirin. Bila vîtamîna B1 ji Guven re bê dayîn."