Bavê ku kêlika kurê xwe çêkiribû hat berdan 2018-12-07 15:02:44   WAN – Cemal Yildiz ê bi boneya nivîs û şiklên li ser kêla gora kurê xwe yê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, bi hêceta “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin li ser îtîrazê hat berdan.    Li gundê Mezra ya girêdayî navçeya Erdîşa Wanê eskeran di 21’ê mijdarê de bi ser malê de girtibû û Cemal Yildiz ê 68 salî binçav kiribûn. Di heman demê de eskeran bi ser ser goristana gund de girtibûn û dest danîbûn kêla gora kurê Yildiz ê endamê HPG’ê Harun Yildiz ê di 21’ê hezîrana 2014’an de li Serêkianiyê jiyana xwe ji dest dabû.    Yildiz ji ber nivîsa “şehîd” û rengê kesk, sor û zer li ser kêla kurê xwe çêkiribû hat binçavkirin, heman rojê ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erdîşê ve bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Kêla kurê wî jî rakiribûn cihê emanete yê edliyê.    Parêzerê Yildiz bi boneya “li dijî ûsil û qanûnê ye” îtîrazî biryara Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dadgehê îtîrazê nirxand û biryara berdana Cemal Yildiz da.