Parêzer: Delîlên kuştina Karakan hatin reşkirin 2018-12-07 14:44:34   DÎLOK - Danişîna doza Xwendekarê Lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê ji aliyê polîsan ve hat kuştin hat dîtin. Parêzerê Karakan, parastin kir û diyar kir ku hemû delîlên der barê kuştuna Karakan de hatine reşkirin. Prz. anî ziman ku heyeta dadgehê êdî bêalîtiya xwe winda kiriye.    Li Dîlokê di 31'ê Kanûna 2017'an de polîs Hasan Bîlgî, bi îdîya li hişyariya "Raweste" guhdar nekir gule berda xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê 16 salî û ew bi giranî birîndar kiribû. Gorkem piştî 14 rojan li nexweşxaneyê derman bû, jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê doz hat vekirin, lê heta niha doz bi encam nebûye. Îro 3'emîn danişîna dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Di danişînê de polîs Hasan Bilkî yê serbest tê darizandin bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Dîsaparêzerê malbata Karakan Prz. Bulent Duran û Nesrîn Tuncel, Seroke Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli û gelek parêzerên baroyê amade bûn.  Dozger got: "Polîsê Ekrem Karakan kuşt bi zanebûn kuştiye. Ji ber vê yekê divêbê cezakirin. Piştî dozger Polîs Bilkî parastina xwe kir û got: “Parastina berê min kiriye ez dîsa dubare dikim."    Piştî polîs parastina xwe kir, Parêzerê Ekrem Gorkem Bulent Duran xwest ku lêpirsîn bê berfirehkirin û wiha got: "Divê heta dosya neyê temamkirin biryar neyê dayin. Bi vî rengî biryar bê dayîn kêm e. Li cihê bûyerê gelek kamerayên ku çarhawîr li dora xwe dizîvirin hene û polîsan li cihê bûyerê girteka 'Karema tune' girtine. Bûyer pir aşkere pêk hatiye. Di girteka piştî bûyerê de tê gotin ku 'Maşîna grî bi lez hat noteyê. Piştî hişyariya 'Raweste' maşîne paşpaşkî vegeriya. Bi fikara ku maşine bombebarkirî be hatiye gulebarandin" Lê ev girtek û îfadeya polîsên şahid li hev nayê. Polîsên ku îmze avêtine girtekê li îfadeya wan nehatiye guhdarkirin. Lêpirsîn bi awayekî adîl nehatiye kirin. Karakan hat kuştin, dozger di nivîsa 17'ê Çile de destnîşan kiriye ku li cihê bûyerê kamera hene, lê ji ber kamera xerabe ne qeydê wan ê der barê bûyerê de tune ye.  Prz. Duran, anî ziman ku polîs ji destpêkê de hewl didin delîlan veşêrin û wekî qezaya trafîkê nêşan bidin u wiha got: "Ji bo bûyer bê lêkolînkirin û delîl bên komkirin heyet daxwazê me red dikin. Serokê Dadgehê bêyî ku delîl bên komkirin zor li dozger kir ku encamê pêşkêş bike. Heyeta dadgehê bi vî rengî dixwaze polîsan biparêze û ser dozê bigirin.  Heta ku doz bê ronîkirin û em bigêjin heqîqetê em dê dozê bişopînin û têbikoşin."   Serokê Baroyê Bektaş Şarklî jî anî ziman ku di dosyayê de xwe negîhandine rastiya maddî. Lêpirsîn bi awayekî cîddî nehatiye kirin. Bi vê dosyayê divê biryar nayê dayîn.  Parêzera malbatê Nesrin Tuncel jî anî ziman ku piştî Ekrem hat kuştin saetek şûnde medya herêmî nûçeya "Terorîstê Bomyeya Zindî hat kuştin" derbas kiriye. Ji vê sazkirina polîsan jî tê naskirin ku hatiye sazkirin. Kê ev agahî da çapemeniyê. Kî çawa dizane ku yê hat kuştin bombeya zindî ye. Divê dewlet tenê polîsê xwe neparêze. Divê welatiyê xwe jî biparêze. Divê mafê ciwanê hat kuştin jî biparêze.    Heyetê piştre daxwaza parêzeran red kir.      Prz. Duran, herî dawî dîsa daxwaza xwe dubere kir û xwest biryarek bê alî, serbixwe û li gorî edaletê bidin. Duran xwest biryara bi wîjdan bidin û xwest dadger bê guhertin. Heyeta dadgehê piştî navber da, Dayika Karakan Naime Karakan li salonê got "Ma canê kurê min ew qas erzan e." Dayik Naîme bertek nîşanî polîsê kujer da û got: "Ma ji bo tu kurê min bikuje min mezin kir? Êdî tu baweriya min ji polîs, esker û darazê nemaye."    Heyetê piştre ji bo parastina esasî bê kirin doz taloqî 22'ê Çileya 2019'an kir.