Li Beyoglu şewat deret: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2018-12-07 12:54:33   STENBOL - Li navçeya Beyoglu ya Stenbolê şewat derket. Di şewatêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li Hevraza Findikli ya taxa Purtelaş Hasan Paşa ya Navçeya Beyoglu ya Stenbolê di saetên serê sibê de di xaniyekî xerabe de şewat derket. Şewata ku di xaniyê 3 xat de derket, di demek nêzîk de pêtên wî bilind bûn. Pişt çîranan bang li agirkujê kirin û yekîneyên agirkujê hatin cihê bûyerê agir vemirandin. Yekîneya agirkuj di vemirandinê de rastî bedena 2 kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin û agahî dan polîsan. Piştî polîs hatin cihê bûyerê dîtin ku cenaze aydî 2 mêran in. Piştî agir hat vemirandin cenazeyê 2 kesan ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlîya Stenbolê.