Endamê Koma Aştiyê Turgut hat binçavkirin 2018-12-07 12:46:59   AMED - Endamê Koma Aştiyê Nurettin Turgut, şevê din hat binçavkirin.    Endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê û Endamê Meclisa HDP'ê Nûrettîn Tûrgût, şevê din li Êlihê hat binçavkirin.  Tûrgût birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Tûrgût ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 17-18'ê Mijdarê de tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bûbû.