Dozger ji bo Rojnameger Adnan Bilen ceza xwest 2018-12-07 12:00:55   WAN - Danişîna doza Adnan Bilen a bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hatibû vekirin hat dîtin. Dozger ceza xwest.    Danişîna doza Rojnameger Adnan Bîlen ku di serdema Şaredaiya Bajarê Mezin a qeyûm tayînî wê hat kirin de doz hatibû vekirin îro li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Dozger bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz li Bîlen vekiribû û ceza xwest. Di danişînê de parêzer Haşem Baygumuş parastin kir û anî ziman ku Bîlen ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tê darizandin. Dozger jî idîa kir ku di van parvekirinan de tundî û gef xwariye û pesn daye. Dozger îdîa kir ku bi van parvekirinan derdor tahrik û sor kiriye û dawetiye ji raperîn û serhildanê re derxistiye. Dozger bi îdîaya Bilen "Propaganda rêxistinê kiriye" xwest bê cezakirin.    Heyeta dadgehê ji bo daxwaza dozger binirxîne, danişîna dozê taloqî 11'ê Kanûnê kir.