'Cenazeyên tevî hafriyatê valakirin Dîcleyê, ne pêkan e em ji bîr bikin' 2018-12-07 09:01:57 AMED – Fahriye Çûkûr ku keça wê Rozerîn Çûkûr li Sûrê jiyana xwe ji dest da, bilêv kir di salvegera sêyemîn a qedexeyê de ew çûye cem Mînareya Çar Ling û qîriyaye û got: "Ev der canek ji min stend, ma mimkun e ez ji bîr bikim." Her wiha bav Mûstafa Çûkûr jî bertek nîşanî "xebatên nûkirinê" yên li Sûrê da û dibêje: "Bawer nakim kesên bibêjin em ji Amedê ne û biçin li wir rûnên."  Li Sûrê hîn jî 6 tax qedexe ne. Di ser qedexeya li Sûrê re 3 sal derbas bûn, lê belê tiştên lê qewimîn hîn jî wekî roja ewil di bîra mirov de ne. Fahriye Çûkûr ku li Sûrê di 8'ê Çileya 2016'an de keça wê Rozerîn Çûkûr (17) li nêzî Dibistana Seretayî ya Sulyeman Nazîf hat kuştin got: "Cenazeyên mirovan tevî hafriyatan valakirin Çemê Dîcleyê. Ma mimkun e em ji bîr bikin."    'ÇÎROK DINIVÎSANDIN'   Dayik Fahriye Çûkûr behsa keça xwe Rozerînê ku jê re digot "Gulazer" kir û wiha got: "Rozerîn gula mala me bû. Dilhenûn bû. Ji zarokatiya xwe ve meyla wê li ser xêzkirina wêneyan bû. Pir ji lêkolînkirinê hez dikir. Ji mala heta em digahaştin gund li rê û derdorê dinerî û çîrok dinivîsandin. Wexta em dihaştin gund, diçû li cem extiyaran rûdinişt û sohbet dikir. Gundê me gundekî ermeniyan e. Ji extiyar dipirsî 'ji bo çi ev mal vala ne?' Wê û mamosteyên zanîngehê nîqaş dikirin. Matematîk şanî hevalên xwe dikir."    'DIXWEST BIBE PSÎKYATRÎST'   Dayik Çûkûr dibêje xeyalê keça wê Rozerînê ew bû bibe psîkyatîrst û wiha axivi: "Dixwest mirov li dora wê bicivin û pirsgirêkên wan çareser bike. Dayik Çûkûr bilêv dike keça wê 15 rojan li cem xalê xwe xebitiye û bi 300 lîreyê qezenc kiriye bi 150 lîreyî pirtûk kirîne, 50 lîre daye wê da zivistanê ji xwe re qocicekî bikire.    Niha 2 zarokên Fajriye Çûkûrê mane, lê belê ani ziman  wê tu carî kuştina Rozerînê qebûl nekiriye û kesên jê dipirsin 'çend zarokên te hene?'  diyar dike "3 zarokên min hene. Keça min a mezin zanîngehê dixwîne."    Fahriye Çûkûr, ji ber vîllayên li taxên Sûrê yên gelek ciwan lê hatin kuştin  hatine çêkirin jî bêzar e û wiha ani ziman: Bê nûkirin jî, zêr be jî lê li ber çavê min çop e. Li wir xwîna min rijiyaye. Kîjan roj keys çêbibe dixwazim li wir biqîrim û bibêjim 'xwîna keça min li vir rijiyaye.' Li ser xwîna zarokên me vîllayan çêdikin. Ez van vîllayan qebûl nakim. Bila mirov xwe têxin şûna min. Ew der canek ji min stend. Ma ez ê çawa ji bîr bikim?"    ‘MIN GAZÎ ROZERÎNÊ KIR'    Dayik Fahriye Çûkûr di 2'yê Kanûnê roja salvegera sêyemîn a qedexeya derketina li Sûrê bi şev bi tena serê xwe çûye Sûrê û ji bo wê şevê wiha got: "3 roj berê, bi şev saet di 12'an de rabûm çûm cem Minareya Çar Ling. Ne tiştekî rihet e. Çûm, di nav avê de winda bûm. Ez û kûçikekî tenê li wir bûn. 3 sal derbas bûne lê dîsa jî diçim wir, da biqîrim. Li wir qîriyam; Rozerîn Rozerîn Rozerîn çi bi te hat, Rozerîn çi hat serê te li vir? Paşê dîsa hatim malê. Niha heşê min ne li serê min e. Te dît tu bombeyê dixî nav tişteî diteqînî, îjar her ew roj tê bîra min mêjiyê min wis aditeqe. Bi dermanan li ser niga me."    Dayik Çûkûr, diyar kir  ku tenê bi aştiyê wê êşa wê hinekî sivik bibe û wiha ani ziman:  "Ger aştî çêbibe wê êşa min sivik bibe, ger xwîn neherike wê êşa min sivik bibe, ger dawî li vê zilmê bê wê êşa min sivik bibe. Lê hîn jî didome. Her dewam dike dilê min dişewite, dilê hemû mirovan dişewite. Wexta leşker jî dimirin dilê min dişewite. Pizotê di dilê min de, di dilê dayikên leşkeran de jî heye."    ‘MA MIMKUN E EM JI BÎR BIKIN?'    Fahriye Çûkûr axaftina xwe dewam kir û  got: "Dayik, kal û pîrên 70 salî çûn. Temam em bêjin mirov terorîst bûn, lê qey ew eşya, ew ax, ew xanî jî terorîst bûn. Xera bûn, hatin şewitandin, hemû rijandin Çemê Dîcleyê. Cenazeyên mirovan di nav hafriyatan de çûn. Ma mimkun e em ji bîr bikin? Wexta kamyon derbas dibûn, min digot ka rabim belkî cenazeyê keça min jî tê de be. Tam 5 mehan li nav çopan ez li cenazeyê keça xwe geriyam. Belê, jiyana xwe ji dest da  û çû. Lê doza çi li cenazeyan dikin û nedan me.    ‘BILA DEWLET HESAB BIDE'    Keça min tevî lênûsk û pênûskeke xwe ket nav Sûrê. Bila dewlet hesab bide ji bo çi zarokên me hatin kuştin. Ma qey em nizanin ji bo çi hatine kuştin? Em li taxa xwe, li ber deriyê xwe hatin kuştin. Ên zarokên me kuştin bila bên û hesab bidin. Ger dilê dayikekê jê nekiribûn û bi vê re ew dayik bê cezakirin, baş zanibin li cîhanê ew dayik ez im. Ma êdî çî min maye? Kezeba min jêkirin. Niha kezeba min tune ye."    ‘HÊRS Û XEM HEYE'    Wekî roja ewil qewimînên li Sûrê di bîra bav Mûstafa Çûkûr de ne jî. Bav Çûkûr bilêv kir  ku wexta carinan ew ji bo alvêrê diçe Sûrê hêrs û xemek xwe lê radipêçe û axivî: "Hesteke ecêb e, mirov nikare behs bike. Hêrs û xem li her tiştî bar bûye. Di ser re sal derbas bibin jî ev êş nayê jibîrkirin."    Bav Çûkûr ji bo keça xwe  anî ziman: "Ne keça min, hevala min bû.  Rozerînê pir ji Sûrê hez dikir. Carinan li ser hin mijaran me nîqaş dikir. Di 14 saliya xwe de dest binivîsandina çîrokan kir. Dixwest pirtûkekê binivîse."    DER BARÊ WÎ DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN    Bav Çûkûr axaftina xwe dimand: "Rozerîn zaroka min a ewil bû. Wexta çêbû em pir bextewar bûn û wexta min cenazeyê wê girt jî heman hîs li min peyda bûn. Çimkî, cenazeyê wê tam 5 mehan li nav Sûrê ma. 10 metre dûrî cihê me lê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Yanî ewqas nêz bû, me bang bikirana wê dengê me bibihîstana. Lê dîsa jî me nikaribû cenazeyê xwe bigire. Herêm hatibû dorpêçkirin. Ji bo em cenazeyên xwe bigirin tu dever neman me serî lê neda. Her sibeh û êvar em diçûn dozgeriyê. Ji bo em cenazeyên xwe bigirin em pir çûn hatin. Dewlet ji bo Rozerînê dibêje 'terorîsta çekdar.' Ji ber zarokên me hatin kuştin me gilî kir, lê belê hemû jî hatin redkirin. Em mafdar bûn, lê em neheq kirin. Der barê min û hevjîna min de 4-5 lêpirsîn hatin vekirin. Lêpirsîn didomin. Em li mala xwe jî nerihet in. Ev rewş hêrsa min zêdetir dike. Hem keça min kuştin hem jî bi ser me de tên."    Bav  Mûstafa Çûkûr bal kişand  ser "xebatên nûkirinê" yên li Sûrê jî û got: "Sûrê bi zêran jî çêbikin, li ber çavê min wê ne Sûra berê be. Halê Sûrê yê berê tiştekî cuda bû. Bifikirin hîn jî di bin wan înşaatan de cenaze hene... Mirovên li wir (vîlla) rûnên û zanibin di bin wan de cenaze hene wê hîseke çawa li wan peyda bibe? Bawer nakim kesên bibêjin em ji Amedê ne û biçin li wir rûnên."    ‘DIZANIN WÊ WINDA BIKIN'    Bav Çûkûr bal kişand ser hilbijartina herêmê û namzetê AKP'ê yê ji bo Şaredariya Mezin a Amedê jî ku qeyûm Cûma Atîlla hat nîşandan û wiha bi dawî kir "Li Amedê qeyûm çi dike bila bike, wê ji bo mirovên Amedê tu tişt neguhere. Wê bêje min hawirdor xweşik kir û vîlla çêkirin û wê di televîzyonan de nîşan bibe. Lê ne yê min bila biçe li dilê Amedê binere bê çi tê de heye. Ji ber dizane wê wind abike qeyûm wekî namzet nîşan da. Qeyûm ji bo Amedê çi dike bila bike lê wê dîsa jî ji bo Amediyan tu tişt neguhere. Serê gavê qereqolek heye, heta em ji taxê diçin nav çarşiyê 4-5 noqteyên kontrolê hene. Ma ev azadî ye? Dibêjin 'me Sûr paqij kir', lê ev çi ne? Dawî li Rewşa Awarte hat, lê hîn jî didome."    MA / Zuhal Atlan