ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-07 09:00:00 * Fahriye Çûkûr ku keça wê Rozerîn Çûkûr li Sûrê mir, bilêv dike di salvegera sêyemîn a qedexeyê de ew çûye cem Mînareya Çar Ling û qîriyaye û dibêje: "Ev der canek ji min stend, ma mimkun e ez ji bîr bikim." Her wiha bav Mûstafa Çûkûr jî bertek nîşanî "xebatên nûkirinê" yên li Sûrê da û dibêje: "Bawer nakim kesên bibêjin em ji Amedê ne û biçin li wir rûnên."  *  Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, destnîşan kir ku ew ê li 4 navendên mezin li hemberî xizanî, betalî û neewlehiyê mîtîngan li dar bixin. Bozgeyîk got, fatûreya krîza aborî li kedkaran tê birîn lê belê ew ê destûra vê yekê nedin.    * Wê danişîna 14'an a doza Licêya Amedê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Îzmîrê pêk bê ku di 22'yê Cotmeha 1993'an de piştî mirina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin leşkeran agir bi malan xist û 16 sivîl mirin û 36 kes jî birîndar bûn. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê der barê 38 kesên di serdegirtina avahiya HDP'ê de hatin binçavkirin daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)    * Parêzerên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Baroya Amedê dê ji bo kujerên Tahir Elçî bên dîtin û darizandin di hefteya 153'an de li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe berdewam bike. (13.30)   * Danişîna doza Hevaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmail Asî jî di navde 5 kesên tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)