Jina 60 salî ya ji ber parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin hat berdan 2018-12-06 20:42:29   ÎZMÎR – Li Semta Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê Necah Berge ya 60 salî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Li Semta Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê polîsan serê sibê avêt ser mala Necah Berge ya 60 salî û ew binçav kirin. Polîsan piştî binçavkirinê Bergeyê birin emniyetê û piştî îfadedayînê sewqî dadgehê hatkirin. Dozgeriyê bi şertê kontrolkirin edlî Bergeyê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi şertê kontrolkirina edlî Bergeyê berda.