Dadgehê îtiraza der barê berdana Demîrtaş de red kir 2018-12-06 19:28:04   ENQERE – Piştî daxwaza ji bo berdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hat redkirin, parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a 20'an a Enqereyê îtiraz kir, lê belê îtiraza parêzeran jî hat redkirin.      Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 20'ê Mijdarê de biryar dabû ku divê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Piştî vê biryara DMME'yê parêzerên Demîrtaş ji bo berdanê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqereyê dan, lê belê dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Piştî parêzeran ji bo îtirazî vê biryarê bikin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 20'an a Enqereyê dan, lê belê dadgehê îtiraza wan jî red kir.