Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan 2018-12-06 15:59:27 AMED - Danişîna ewil a doza rojnamegera girtî Kîbriye Evren ku bi îdiayên cuda tê darizandin hat dîtin û nehat berdan.  Di di operasyona ku navenda wê Amed bû de di 9'ê Cotmehê de bi ser mala rojnameger Kîbriye Evren de hatibû girtin û Kîbriye hatibû binçavkirin û gitin. Daneşîna yekem a doza ku Kîbriye jê girtî tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna hat kirin de Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semara Guzel, Hevserokên HDP û DBP'ê, Nunerê TGS'ê Mahmut Oral ê Amedê, rojnamgerên jin û malbata  Evren beşdar bûn. Evren ya ku bi îdiayên "Endama rêxistinê ye" û "Propagandya rêxistinê kiriye" tê darizandin, nûçeyên ku çêkirine jî wekî delîlên suc hatin dîtin.    'Ez rojnameger im pîşeyê min tê darizandin'   Evren parastina xwe bi kurdî kir û got ew rojnameger e û ji ber pîşeyê xwe tê darizandin.  Evren ya ku peywira rojnamegeran bi bîra dadgeh anî û wiha got: "Karê rojnamgeran şopandin nûçeyan e, ragihandina rastiyan e. Ji bo pîşeyê xwe derketim dervê welêt jî û li cihê ku ez çûmê min nûçe şopandin. Îfadeya ku şahidinê veşarî derbarê min de dane qebûl nakim, ji ber ku derew e.  Kesên derbarê min de îfade dane xwestine pîşeyên min xirb nîşan bidin. Pîşeyê min wekî karekî îlegal nîşan didin. Lê karê ku dikim ne îlegal legal e.  Ez li saziyeke fermî dixebitim. Li ajansa nûçeyan a jinê dixebitim. Bi her partî û saziyan re têkiliyê datînim û nûçeyên wan çêdikim .TJA jî saziyeke jinan e û ez nûçeya wê jî çêdikim. Ez sucdariyan qebûl nakim û tehliyeya xwe dixwazim. Nûçeyên ku min di medyaya civakî de parvekirine nûçeyên ajansên din in."   DOZGER DEWAMA GIRTINÊ DA    Piştî parastina Evren dozger xwest ku Evren girtî bê darizandin û ev tişt got: "Divê ku tedbîra gitinê bi pîvan be û hukmên kontirola edlî ku wê ne bes bin li ber çav bên girtin û ez berdewamiya girtina wê dixwazim."   'JI BER XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ TÊ DARIZANDIN'    Parêzera Evren, Pîrozxan Karali a ku parastin kir, diyar kir ku muwekîla wê li ser îfadeyên şahidê nepen, derketina xwe ya dervê welêt û ji ber parvekirinên li ser medya civakî tê darizandin û Evren di çarçoveyek qanûnî de karê xwe yê rojnamgeriyê kiriye. Karali wiha berdewam kir: "Muwekîla min ji bo çêkirina nûçeyê çûye dervê welêt û nûçeyên ku çêkirine jî di dosyayê de cih digirin. Parvekirinên li ser medya civakî jî ne qedexe ne. Muwekîla min nûçeyên ku hatine çêkirin parve kirine. Ger ku ev nûçe qedexe bin çima xwediyên wan nayên darizandin. Daneyên di flaşa ku di 2010'an de hatiye gitin de jî tu qeyda deng û dîmen tune ye. Kesekî ku ji vê dosyayê tê darizandin jî tune ye. Divê ku ev jî li ber çav bê girtin."   DOZ HAT TALOQKIRIN    Piştî navberê dadgehê biryar da ku şahidên nepen  "Ezhel, Firar û Cesur Yurek" careke din îdiayên wan bê dîtin û ji bo vê ji Muduriyeta Parastina Şahidan re muzakere bê kirin. Heyeta dadgehê biryara ku Evren gitî bê darizandin da  û daneşîn taloqî 10'ê Çileya 2019'an kir.