Rojnameger nehatin berdan: Delîl tenê nûçeyên me ne 2018-12-06 15:42:00 STENBOL - Danişîna doza xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku 5 jê girtî 14 heb tên darizandin hat dîtin.  Di danişînê de rojnamegeran parastin kirin û gotin: "8 mehin em girtî ne. Delîlek tenê heye. Ew jî nûçeyên ku em çêdikin e." Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina rojnamegeran da û danişîn taloq kir.  2'emîn danişîna doza 5 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişina dozê de Midûrê Karên Nivîsan, Îshak Yasul, Xwediyê Îmtiyazê Îhsan Yaşar edîtorê rojnameyê Mehmet Alî Çelebî,  Rayhan Hacioglu û Hicran Urun ên girtî tên darizandin û  rojnamegerên serbest Ramazan Sola û Pinar Tarlak li salonê made bûn. Rojnameger destê wan kelepçekî anîn salona dadgehê. Disa parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanriikulu û rêveberên HDK'ê amade bûn.    TENÊ DELÎL NÛÇEYÊN ME NE   Piştî xwendina nasnameyan rojnameger Reyhan Hacioglu, parastin kir û wiha got: "Di şexsê me de rojnamegerî tê darizandin. Em parastina heqîqetê dikin. Hemû nûçeyên em çê dikin çavkaniyên wan hene. Li ser bingeha rastiyan em nûçeyan çê dikin. Em 8  mehin girtî ne. Tenê delîl nûçeyên me çêkirin e.'    Rojnameger Hicran Urun jî parastin kir û wiha got: "Li ser maseyê wêneyên me kişandine. Dîsa starên me bi kurdî strîne e. Ev nabin delîlê cezakirin û girtinê. Her tiştî bi hêsanî terorîze dikin. Her tiştî dikin teror."    ‘8 MEHIN AZADIYA MIN GIRTÎ YE'   Midûrê Karên Nivîsan Îshak Yasul jî parastin kir û naî ziman ku 8 mehin ji azadiya xwe bêpar e û 8 mehin azadiya wî girtî ye.   Edîtorê Rojnameyê Mehmet Ali Çelebî jî parastin kir û wiha got: "Weki di rapora zana de jî xuya dibe der barê min de tiştek tune ye. Di raporê de çend sohbetên rojane hene. Tu tiştê ku wekî sûc bê nîşandan tune ye. Divîe li ser vê xaê xebatên rojnamegiriyê wisa nayên nirxandin. 8  mehin ez girtî me û azadiya min girtî ye. Ez bê ceza têm darizandin û girtin. Hem sansur  heye û hem jî otosansur heye. Ez dixwazim ji bo azadî û demokrasiyê êdî rojnamegeri û rojnameger neyên darizandin."    Xwediyê Îmtiyazê Îskar Yaşar jî anî ziman ku 8 menih bê hiqûq girtî ne û wiha  parastin kir: "8 mehin neheq girtî me. Ez bi rastiyên giran re rû bi rû me. Piştî rojnaemgeran parastin kir Prz. Ozcan Kiliç jî parastin kir û anî ziman ku di vê nojnaemyê de tenê mijara Efrînê tune û gelek mijarên din jî girtine dest û wiha got: "Wekî tenê Efrîn kiribe nûçe nêzîk dibe. Kî nûçe çêke em dê lê xwedî derkevin. Lê meşa we şaş e." Heyeta dargehê piştî parastinê der barê rojnamegeran de biryar da. Heyetê der barê 5 rojnamgeran de biryara berdewama girtinê da û toz taloqî 21'ê Sibata 2019'an kir.    Polîsan bi ser rojnameyê de girtibûn û rojnamger binçav kiribûn. Di 8'ê Tîrmehê de jî bi darçoveya OHAL'ê de Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê girtibûn.b    Di çarçoveya lêpirsînê de der barê rojnameger Davut Uçar, Ersin Çaksu, Fırat Benlî, Gunay Aksoy, Hîcran Urun, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul, Mehmet Alî Çelebi, Mizgin Fendik, Onder Elaldı,  Pinar Tarlak, Ramazan Sola, Reyhan Hacıoglu, Yilmaz Yildiz de îdîaname amade kiribûn.