Polîsan bi ser avahiya HDP'a Rihayê de girt: 40 kes binçav kirin 2018-12-06 15:16:12   RIHA - Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt û lêgerînê kir û 40 endam û rêveberên HDP'ê binçav kir.     Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Çalakiya li avahiya HDP'ê di roja 3'emîn de berdewam dike. Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtin û lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê polîsan nêzî 40 kesan binçav kirin. Polîs ji bo Parlamentera HDP'ê ya Rihay Ayşe Surucu derxe derve bi erdê re kaşkirin.    Li aliyê din polîsan avahiya HDP'ê xist bin dorpêça xwe û kesên ji avahiyê derketin jî binçav kir.    Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Servet Kiliç, Rojda Bînîcî, şêwirmendê Parlamenter Ayşe Surucu, Faruk Badilli.   Ayşe Surucu diyar kir ku polîsan wan bi darê zorê derxist derve û got: "Niha li hundir lêgerîn didome. Li Rihayê bêhiqûqiyek tam diqewime."    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî çû hundirê avahiya HDP'ê ku polîsan bi ser de girt.