Oluç: Tecrîda girankirî bi dawî bikin 2018-12-06 15:00:53   STENBOL – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li Stenbolê axivî û got: “Divê Leyla Guven demildest bê berdan. Pêwîste tecrîda girankirî û li dijî mirovahiyê ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bê bidawî”irin".    Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Dilşat Canbaz, Saruhan Oluç û Alî Kenanoglu bi boneya piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 roj in li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Stenbolê di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya 4 wekîl dê êvarê saet di 17.00’an çalakiya xwe bi dawî bikin. Bi boneya armanca piştgiriya çalakiyê gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl wekîlan ziyaret kirin.    ‘3 SAL Û NÎV E TECRÎD HEYE’    Di serdanê de Parlamenter Alî Kenanoglu axaftine kurt kir û got: “Ev tecrîd di serî de li dijî gelê kurd e. 3 sal û nîv e tecrîd didome. Polîtîkaya şer bi tecrîdê re dest pê kir. Heke ev tecrîd rabe dê axa Rojhilata Navîn veguhere pêvajoya aştiyê. Ji ber vê sedemê Guven bedena xwe da ber mirinê, em jî ji bo dengê çalakiya Guven ragihînin ketin greve.”    Piştî serdanê Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç jî têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn.    Oluç çalakiya wan 3 rojan bi bîr xist û got: “Di nava van sê rojan de hemû kesên piştgirî û dil dan me em malovaniya wan dikin. Ev têkoşîna têkoşîma me hemûyan e.”    ‘TU MAFEK WAN TUNE YE GUVEN BIGIRIN’    Oluç bal kişand ser berdewamiya girtina Leyla Guven û got: “Ev rehîn girtin li dijî hemû peyman û dadgehên hiqûqê ye. Tu mafê wan ê tahakûmiyek wiha nîne. Serokê Meclîsê bi tu awayî xwedî li endama Meclîsê derneket. Hikûm tune ye. Leyla Guven rehîneya dadgeha herêmî ye. Em carek din bang dikin û mînaka Enîs Berberoglu bibîr dixin. Hevala me Leyla Guven berdin.”    ‘TU KURD BÎ EDALET NÎNE’    Oluç bal kişand ser cezakirina Demîrtaş, Onder û Baluken û got: “Hiqûq û dadgehên li Tirkiyeyê ji bo ceza ji kurdan re bibirin dixebitin. Heke tu kurd bî edalet jî ji bo te nîne. Ev biryar û cezakirin ji Qesrê derdikeve. Qesr ferman dide û daraz biryarê pêk tîne.”    ‘ÎKTÎDAR JI NÛ VE KETIYE PEY DOZA GEZIYÊ’    Oluç destpêkirina lêpirsînên bûyerên Geziyê jî bi bîr xist û got: Desthilatdarî ji nû ve ketiye pey amadekirina dozên Geziyê. Wê di hilbijartinê de bersiva van hemû pêkanînan bê dayîn.”    ‘DIVÊ TECRÎDA GIRANKIRÎ BI DAWÎ BIBE’    Oluç di dawiya axaftina xwe wiha got: “Divê Leyla Guven demildest bê berdan. Pêwîste tecrîda girankirî û li dijî mirovahiyê ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan bi lezgînî bê bidawîkirin".    Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndana” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.