Çalakger: Bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin 2018-12-06 14:51:16   AMED - Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî li Amedê daxuyanî dan û xwest bi lez tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakin. Nûnerên saziyan û partiyên siyasî diyar kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê mafîfestoya daxwaza aştî û demokrasiyê ye.    Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda Ocalan di roja 29'an de berdewam dike. Li gelek bajaran parlamenterên HDP'ê ji bo 3 rojan çalakiya grevê pêk anîn û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Li Amedê jî piştî çalakiya 3 rojan îro bi tevlêbûna nûneren rêxistinên civakî û partiyên siyasî li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Nûneren Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Xizmên Girtiyan (TUAY-DER) li avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, ji girtiyên siyasî re azadî," “Em çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin" û “Daxwazên we daxwazên me ne." vekirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyaniya bi kurî xwend.   'OCALAN JI 1999'AN HETA NIHA DI BIN TECRÎDA GIRAN DE YE'    Berdan Ozturk anî ziman ku ev qêrîn û raperîn banga berpirsyariyê û pêkanîna hiqûqê ye û wiha got: Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999'an heta niha li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Hemû qaîdeyên hiqûqî û nirxên mirovayetiyê tên binpêkirin û Birêz Ocalan ji sala 2011an heta niha bi parêzerên xwe re, ji sala 2015'an heta niha bi Şandeya Îmraliyê re û ji sala 2016'an ve nikare bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ligel biryara DMMEyê, raportên CPTê, mafên bingehîn ên yasayî yên Birêz Ocalan tên binpêkirin."    Ozturk, da zanîn ku ji sala 2015''an heta niha Ocalan di bin tecrîda giran de ye û wiha axivî: "Birêz Ocalan nikare bi parêzer, malbat, wasî û şandeyê re ti pêwendiyê dayne, mafên ragihandin, telefon, name û faks hatine qedexekirin. Ev rewş ji tecrîda mutleq wêdetir. Ev rewşa tecrîda mutleq a li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê sepandin, li dijî mafên bingehîn û derveyî qanûnên gerdûnî yên bi yasayên neteweyî û navneteweyî hatî misogerkirin e; dij-mirovahî ye. Ew statuya taybet a navdewletî li Îmraliyê tê tetbîqkirin, statuyeke korsan e û xwe naspêre ti yasa û qaîdeyekî hiqûqî. Sîstema Îmraliyê sîstema NATOyê ye, li wir qaîdeyên gladyoyê di meriyetê de ne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bo siberoja gelên Tirkiyeyê xefikeke mezin."     'DEMA HEVDÎTIN HEBÛ AŞTÎ HEBÛ'    Ozturk, destnîşan kir ku dema hevdîtin hebûn aştî hebû û wiha berdewam kir: "Dema ku pêwendî bi Îmraliyê re hebû, gelên Tirkiyeyê atmosfera aştiyê û delîveyên pêkvejiyanê dîtin. Di salên 2013-2015an de bi saya Birêz Ocalan, civaka Tirkiyeyê hêvî, aştî û çareserî dît. Îro tiştê ku tê tecrîdkirin, ev hêviya aştiyê û îradeya çareseriyê ye. Atmosfera reş a şer, qeyran û kaosa li Tirkiyeyê, ji tecrîda Îmraliyê dest pê kir. Ev gerîneka şer a li Rojhilata Navîn û pêvajoya pevçûnê ya li Tirkiyeyê her ku diçe gurr dibe, encama van polîtîkayan e. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe û bi rêbazên resen ên têkoşînê, zanayekî vê serdemê ye. Qutkirina pêwendiya Birêz Ocalan a bi civakê re, rê li ber berberiya civakî vedike, serdestiya rejîmên zordest û feraseta tundrew li ser civakê ferz dike."       'DAXWAZA MIROVÎ Û MAFDAR E'      Ozturk, herî dawî xwest bi lez tecrîd bê rakirin û wiha bi dawî kir: "Ji bo ku bi awayekî demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven 29 roj e di greva birçîbûnê de ye. Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, bi beşdariya gelek girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û bi endamên HDP, DBP, KCD û TJA'yê û bi parlemanteran berdewam dike. Ev qêrîn û raperîn dê gurr bibe û ihtimal e ku bigehê asteke xeternak û tesîrê li her kesî bike. Ev greva ku Leyla Guven serkêşiyê dike û bi gelek girtî, siyasetmedar û aktîvîstan tê meşandin, daxwaza pêkanîna qaîdeyên hiqûqî yên bingehîn e. Daxwaza rakirina tecrîdê ye. Daxwazeke mirovî û mafdar e. Divê Tirkiye yasayên xwe û mafên mirovî yên bingehîn binpê neke û peymanên ku îmze kiriye cîbicî bike. Ev daxwaz, daxwaza hevpar a hemû kes û saziyên demokratîk û dilsozên aştiyê û dadmendiyê ye.  Greva birçîbûnê hê negehiştiye asta xeternak û lewra ev yek firsendeke mezin e ji bo çareseriyê. Heta ku negihêje wê astê, divê ev daxwaz bê qebûlkirin. Ku ev daxwaz bê qebûlkirin, dê zirarê nede bedena girtiyan û feydeyeke mezin li aştiya civaka Tirkiyeyê û pêkvejiyanê bike.  Grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê û li girtîgehan, manîfestoya pêdiviya aştiya Tirkiyeyê ye. Lewre, em bangî hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz dikin ku li dijî vê tecrîdê derkevin û aştiyeke mayînde pêk bînin û piştgiriya jiyaneke hevpar bikin."