Hêzên Rejîma Îranê kolberek kuşt û 4 jî birîndar kirin 2018-12-06 14:20:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên Rejîma Îranê ya li dijî kolberan didome. Hêzên rejîmê dîsa li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî kolberan kir. Di êrîşê de kolberek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn. Di mijdarê de 30 kolber hatin kuştin.      Li gorî nûçeya Kolber Newsê 4'ê Kanûna 2018'an li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Kanî Zerdiya ya Serdeştê pastarên Îranê komek kolber gulebaran kirin. Di encama êrîşa pasdaran de kolber Cehfer Mûnîr (38) birîndar bû. Di heman demê de li nêzî heman herêmê pastarên Îranê gule li ser komeke din a kolberan reşandin. Di encamê de kolber Adil Şefîq birîndar bû. Şevê din li navsera Çiyayê Kêleşînê jî komek kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin gulebarankirin. Di vê êrîşa hêzên rejîmê de jî kolber Qadir Salihiyan kuştin. Li Bêtûşa Serdeştê jî pasdarên Îranê gule li komek din a kolberan reşandin. Li vê derê jî kolberê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê giran birîndar bû. Hate gotin ku kolberê birîndar bûyî rakirine nexweşxaneya bajarê Serdeştê. Di heman rojê de li bilindahiya Dalamperê, kolberê bi navê Omer Nebî Zade yê niştecihê Mirgewera Urmiyê, bû hedefa guleya pasdarên Îranê û bi giran birîndar bû. Omer Nebî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Ûrmiyê. Tenê di meha Mijdarê de 30 kolber li ser sînorê Rojhilat, Bakur û Başûr ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.