Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên li Odemîşê 2018-12-06 14:02:04   STENBOL – Girtî Erdogan Uçar ê li girtîgeha Tîpa Odemîşê bi rêya malbata xwe diyar kir ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan.    Erdogan Uçar ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê dimîne bi rêya xwişka xwe Melek Uçar behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehê kir. Melek Uçar diyar kir ku 19 sal in birayê wê di girtîgehê de ye û di hevdîtinê de birayê wê behsa binpêkirina mafan kiriye.    Uçar anî ziman ku birayê wê jê re gotiye cezakirina dîsîplînê li dijî girtiyan zêde bûye û got: “Her dawî 15 roj berê 2 meh cezayê qedexeya hevdîtinê dane. Tu hêcet nîşan nedan. Her wiha nameyê ji birayê min re diçin jî rêveberiya hepsê nadê.”    Uçar da zanîn ku birayê wê gotiye rêveberiya girtîgehê rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin û wan û rêveberî hêceta “Rojnameya Yenî Yaşamê nayê bayî” nîşanî wan didin.    Têkildarî bipêkirina mafan em li rêveberiya girtîgehê geriyan û got rayedarek der barê mijarê de agahî bide nîne.