Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt 2018-12-06 13:56:42   RIHA - Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt û lêgerînê dikin.    Li Rihayê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Ocalan, 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Çalakiya li avahiya HDP'ê di roja 3'emîn de berdewam dike. Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtin û lêgerîn kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku polîsan di roja 3'emîn a çalakiyê de bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girtiye û niha lêgerîn dikin.