Takva yê giliyê Bekîr Kaya kir bû namzetê AKP’a Wanê 2018-12-06 13:56:14   WAN – Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva yê giliyê Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya kir û der barê Kaya de bû sedema doz vekirinê, bû namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.   Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan namzetên şaredariyên 14 bajaran aşkere kir. Erdogan ragihand ku Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva ye. Takma têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê cotemha 2014’an de bi hêceta “mudaxeleyî şewatê nehatiye kirin û bajêr nehatiye paqijkirin” giliyê Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê nihat girtî ye kir. Dadgehê jî li ser gilîkirina Takva der barê Kaya de doz vekir.    EWIL BÛ ŞAHID Û PIŞT RE XWE DEREWAND   Takva ji bo doza Kaya ewil şahidiyê kir û pişt re jî xwe derewand û got nebûye şahidê mudaxelekirinê.    Hevşaredar Kaya jî ji bo şahidiya derew a Takva xwetibû giliyê sûc bê kirin.