Sirri Sureyya Onder ket girtîgehê: Aşti û demokrasî dê bi ser bikeve 2018-12-06 11:50:03   STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê yê berê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, piştî 3 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û dadgehê cezayê wî erê kir, ket girtîgehê. Onder ket girtîgeha Kandira.    26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureya Onder bi îdîaya 'propaganda rêxistina çekdari kiriye" ceza birîbû. Dadgehê li Demîrtaş 4 sal û 8 meh, li Onder jî 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû. Parêzeran ceza îtîraz kiribû. 2'emîn Daîreya Ceza ya Dadgehên Edliyeya Herêmî ya Stenbolê cezayê ku li Demirtaş û Onder  hatibû birîn erê kir.  Piştî dadgehê ceza erê kir,  Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê yê berê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, ket girtîgehê. Onder ket girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira.    ‘AŞTÎ Û DEMOKRASÎ DÊ BI SER BIKEVE'    Onder piştî ji edliyê derket li ber deriyê Edliyê axivî û got: "Ez li pişt gotinên xwe me. Me çi kir em li pişt kirinên xwe ne. Ji hemû dostan re silav. Aştî û demokrasî dê bi ser bikeve." Onder piştî daxuyanî da ket girtîgehê. Ger ku bi şertê cezayê Onder bê daxistin dê bi şert di 19'ê Tîrmeha 2021'an de bê berdan. Hat zanîn ku dîroka berdana Onder jî 3'ê Hezîrana 2022'an de ye. Onder, Selahattin Demirtaş û Îdris Baluken bi îdîaya “Propaganda rêxistina çekdar kirine" dihatin darizandin û rastî ceza hatin.