HDP'ê serlêdana bernamzetan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir 2018-12-06 12:06:54 ENQERE - Rêxistina HDP'ê serlêdana bernamzetan a ji bo hevşaredar û endamên meclîsan heta 12'ê Kanûnê dirêj kir.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), serlêdana bernamzetan a ji bo hevşaredar û endamên meclîsan yên hilbijartina 31'ê Adarê heta 12'ê Kanûnê dirêj kir. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) di civîna xwe ya îro de diyar kir ku wan pêvajoya serledanê ku herî dawî 5 kanûn diyar kiribûn dirêj kirin. Hat zanîn ku MYK'ê ya HDP'ê dîroka serlêdanê heta 12'ê Kanûnê saet 17.00’an dirêj kiriye.