Başaran: Ocalan azad bikin 2018-12-06 11:48:10 ÊLIH – Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê ku 3 roj berê ketibûn greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe anin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bang li îktîdarî kir û xwest tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi dawî bikin û Ocalan azad bikin.  Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 29'an de berdewam dike. Çalakiyên girtiyên PKK'î û PAJK'î ku di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin di roja 10'an de didome. Piştî çalakiyên li Girtîgehan parlamenterên HDP'ê jî li Wan, Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Mêrsîn û Stenbolê dest bi çalakiyê kiribûn. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê ku 3 roj berê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û li dijî terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertekên xwe bînin ziman 3 roj berê ketibûn grevê. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ruştu Tiryakî îro bi civîna çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn. Di civînê de endam û rêveberên HDP'ê, Tevgera Jina Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratik (DBP) amade bûn.    ‘OCALAN AZAD BIKIN'    Li ser navê girsê Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku 3 rojin bi armanca daxwazên xwe bînin ziman û balê bikişînin ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn grevê û wiha got: "Em li vir carek din bang li îktîdarê dikin. Bi lez Îmraliyê betal bikin û demek beriya demekê Birêz Ocalan azad bikin. Tecridkirina Ocalan bi dawi bikin û Ocalan azad bikin. Îro em wekilên HDP'î dawî li vê çalakiyê tînin, lê dê çalakiyên me bi rêbazên cuda berdewam bikin."