Danişîna biryarê ya doza Lîcê sibê ye 2018-12-06 11:07:28 ÎZMÎR – Danişîna biryarê ya doza Licê ya di 1993’an de piştî kuştina bi guman a Fermandarê Leşkeran Bahtiyar Aydin, 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes birîndar bûn, dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtn. Parêzerê dozê Murat Bogakan, anî ziman ku ger biryarek heqûqî û erênî dernekeve dê her kes wekî herba bê nîzam çawa bixwazin di bin navê "Têkşîna bi terorê re" îşkence bikin û mafan binpê bikin.    Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê cotmeha 1993’an de piştî kuştina bi guman a Fermandarê Mîrlîwa yê Herêmê ya Leşkerî Bahtiyar Aydin, leşker û polîsan navenda Licê şewitandin û hilweşandin. Di bûyerê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û dê sibê doza biryarê bê dîtin. 14'emîn danişîna dozê dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtin. Danişîn berê sewqî Eskîşehîrê û pştre sewqî Îzmirê kiribûn û niha li Îzmirê tê dîtin. Dozger, der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatipoglu û Tegmenê Jor  Tunay Yanardag heta 24 sala neza dixwaze.      PRZ. MURATKAN: DI SERÎ DE DAXWAZÊN ME LI BER ÇAVAN NEGIRTIN   Parêzer Yunus Muratkan, ê ji destpêkê de dozê dişopîne, anî ziman ku heyeta dadgehê îfadeya şahidan, delîlên heyî û girtekên hatibûn girtin li ber çavan nagire û rastiyan berovajî dikin. Prz. Muratkan, da zanîn ku heyeta dadgehê çekên hatin bi destxistin nabîne û wiha got: "Faîlên têkildarî bûyerê pir zelal û aşkere ne. Di Danişîna borîde dozger di dosyaya  7 klasorî de tenê 20 xêz parve kir. Di Mutalaayê de bersûc hat berdan. Piştî vê yekê biryara ku bê dayîn me dixe nava fikaran. Bersûc Albay Eşref Hatipoglu, li gel ku aşkere berpirsiyarê kuştina 16 sivîlan û 36 welatiyên birîndar e jî daxwazên me li ber çavan nehatin girtin. Li Îzmirê Bersûc Hatipoglu welatiyekî birîndar kir hat girtin, lê li Lîcê Hatipoglu bi kuştina 16 welatiyan tê darizandin û nehat girtin. Ev nerina heyetên darazê ya li darazê diyar dike."    Prz. Muratkan, bang li hemû rêxistinen demokratîk kir ku tev li danişînê bibin.