Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Coşkun girtin û şandin girtîgehê 2018-12-06 10:28:31   STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endama Partiya Şoreşgeran Benazîr Coşkun ku hatibû binçavkirin, girtin û şandin girtîgehê.    Meclîsa Jinan a HDK'ê di 3'ê kanûnê de bi riya medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku endama Lijneya Rêveber a HDK'ê û Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Benazir Coşkun, di çarçoveya lêpirsina li wê hatiye vekirin li gel parêzer çû Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a Stenbolê. Meclîsê, diyar kiribû ku endama wan Coşkun, dema çû TEM'ê li ser fermana dozger li TEM'ê hatiye binçavkirin.  Benazîr Coşkun, ku dema çû li Midûriyeta TEM'ê îfade bide hat binçavkirin, hat girtin. Piştî Coşku sewqî edliyê kirin, heyeta dadgehê der barê wê de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.