Wekîl, rojnameger û ofîsên YNK û Goranê bûn hedef 2017-10-30 09:58:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Herêma Kurdistanê Rabûn Merûf der barê êrîşên duh bişev li Başûrê Kurdistanê pêk hatin agahî da û e tişt got: "Sîdad hat parlamentoyê, 10-15 çete hatin, saetekê ez îşkence li min kirin û hemû îşkence bi kamerayê qeyd kirin." Parlamenterê Herêma Kurdistanê Rabûn Merûf têkildarî bûyerên duh bi şev li Parlamentoya Herêma Kurdistanê rû dan li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê parve kir.   Di daxuyaniyê hat gotin ku: "Sîdad hat parlamentoyê, 10-15 çete hatin û saetekê îşkence li min kirin û hemû îşkence bi kamerayê tomarkirin."   Duh piştî ku li Parlamentoya Herêma Kurdistanê projeya rayeya dabeşkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê hat erêkirin, alîgirên PDK'ê û hêzên wan ên leşkerî bi cilên sivîl ketin hewşa parlamentoyê û êrîşî parlamenter Rabûn Mehrûf û rojnamegeran RojNewsê kirin. Ji ber êrîşan parlamenter heya saet 24:00'an di parlamentoyê de asê man.   Ji ber van êrîşan wan hinek rojnameger birîndar bûn û kelûpelên wan hatin şikandin. Her wiha alavên ekîba RojNewsê jî hatin şikandin.   Êrîşên li herêmê bi van re sînor neman, li Zaxoyê ofîsa Tevgera Goran û Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî hatin şewitandin.   'ALÎGIRÊN PDK'E ŞEWITANDIN'   Berpirsê Tevgera Goran ê Zaxoyê Emîr Goran ji Ajansa RojNewsê re axivî û ev tişt got: “Alîgirên PDK’ê avahiya me dan ber keviran û paşê jî şewitandin. Her wiha avahiya YNK’ê ya Zaxoyê jî şewitandin.”   Emîr Goran di axaftina xwede got ku zerara canî pêk nehatiye.