Parêzer: Polîs delîlan reş dike, dadgeh polîs diparêze 2018-12-06 09:08:54 DÎLOK - 3'emîn danişîna doza kuştina xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem ê polîsan bi îdîaya li hişyariya "Raweste" guhdar nekir ew kuştin dê sibê bê dîtin. Parêzerê Ekrem Gorkem,  Bulent Duran, diyar kir ku polîs hewl didin delîlan reş bikin û heyeta dadgehê jî hewl dide polîsan biparêze.  Li Dîlokê di 31'ê Kanûna 2017'an de polîs Hasan Bîlgî, bi îdîya li hişyariya "Raweste" guhdar nekir gule berda xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê 16 salî û ew bi giranî birîndar kiribû. Gorkem piştî 14 rojan li nexweşxaneyê derman bû, jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê doz hat vekirin, lê heta niha doz bi encam nebûye. Sibê 3'emîn danişîna dozê dê bê dîtin. Parêzerê Ekrem Gorkem Bulent Duran, bal kişand ser rewşa dosyayê û anî ziman ku heta niha di pêşketina dosyayê de tu gav nehatiye avêtin. Prz. Duran, anî ziman ku li cihê bûyerê gelek kamerayên ku çarhawîr li dora xwe dizîvirin hene û polîsan li cihê bûyerê girteka 'Karema tune' girtine. Duran, da zanîn ku piştî Karakan hat kuştin, dozger di nivîsa 17'ê Çile de destnîşan kiriye ku li cihê bûyerê kamera hene, lê ji ber kamera xerabe ne qeydê wan ê der barê bûyerê de tune ye.  Prz. Duran, anî ziman ku polîs ji destpêkê de hewl didin delîlan veşêrin û wekî qezaya trafîkê nêşan bidin u wiha got: "Ji bo bûyer bê lêkolînkirin û delîl bên komkirin heyet daxwazê me red dikin. Serokê Dadgehê bêyî ku delîl bên komkirin zor li dozger kir ku encamê pêşkêş bike. Heyeta dadgehê bi vî rengî dixwaze polîsan biparêze û ser dozê bigirin.  Heta ku doz bê ronîkirin û em bigêjin heqîqetê em dê dozê bişopînin û têbikoşin."