Parlementerên Şirnexê: Heta encam neyê girtin wê çalakiyên me dewam bikin 2018-12-06 09:08:01 ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku heta dwî li tecrîdê neyê wê çalakiyên wan ên bi vî rengî bidomin.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 29'an de ye. Her wiha li gelek bajaran jî ji bo piştevaniyê parlementerên HDP'ê jî di nav de siyasetmedar dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Li Şirnexê jî parlementerên HDP'ê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku li avahiya HDP'ê ya bajêr e, parlementer Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz tev lê bûne.    'HER KU TECRÎD DEWAM DIKE PIRSGIRÊK KÛRTIR DIBIN'    Parlementer Hasan Ozguneş, destnîşan kir ku çalakiya ku Guvenê daye destpêkirin ji bo aştî û demokrasiyê pir girîng e û pevçûnên bi tecrîdê dest pê kirine ancax bi şikandina tecrîdê wê bi dawî bibin. Ozguneş, bilêv kir ku bi milyonana kes Ocalan wekî îradeya xwe dibîne û got: "Ji bo aştî û demokrasiyê Birêz Ocalan xwedî roleke mezin e. Me ev yek di dema pêvajoya çareseriyê de dît. Ev pêvajoyê hêviyên mezin li civakê peyda kiribûn." Ozguneş destnîşan kir ku ger tecrîd dewam bike wê pirsgirêka kurd jî di nav de hemû pirsgirêk kûrtir bibin û got: "Heta deriyên Îmraliyê venebin û dorpêçkirina li dor Ocalan neşikê wê ev pirsgirêk kûrtir bibin. Demildest divê dawî li vê tecrîdê bê."    'WÊ JIN LI DOR GUVENÊ BIBIN XELEK'    Parlementer Nûran Îmîr jî, anî ziman ku di şexsê Guvenê de jinên kurd dîrokê dinivîsînin. Îmîr, destnîşan kir ku şer û rûxandina li herêmê ji ber tecrîdê ye û bi tecrîdê koletî li gelê kurd tê ferzkirin. Îmîr, bilêv kir ku çalakiya Guvenê xwe dispêrê ruhê çalakiya berê ya li hemberî zilmê û got: "Tecrîd tê wateya nenaskirina nasname û zimanê me. Çalakiya hevala me Guvenê da destpêkirin jî li hemberî vê yekê ye." Îmîr, diyar kir ku wê jinên kurd li dor çalakiya Guvenê bibin xelek û got: "Em ê dengê xwe li deng Guvenê zêde bikin. Ev deng ji bo azadiya civaka me ye. Em ê vîna xwe radestî îktîdarê nekin."    'HETA ENCAM NEYÊ GIRTIN WÊ DEWAM BIKE'    Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz jî, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan derî hiqûqê navnetewî ye û çîrûska li hemberî vê bêhiqûqîtiyê hat vêxistin her diçe mezintir dibe. Kaçmaz got: "Ev hiqûqa dijminahiyê ye. AKP'ê berê jî ev yek ceriband lê bi ser neket. Ev dibe sedema kûrbûna şer û pirsgirêkan. Berê jî têkoşîna ji bo mafan bi şidet û çewisandinê re rû bi rû ma. Lê belê kurdan dev jê berneda." Kaçmaz, bilêv kir ku heta ew encamê negirin wê têkoşîna wan û çalakiyên wan dewam bikin û got: "Wê li kuçe û kolanan, li meclîsê çalakiyên me dewam bikin. Heta dawî li vê feraseta bêhiqûqî neyê û encam neyê girtin wê çalakiyên me berdewam bin."