Dadgehan kir nekir ji bo parlementerên HDP'î sûcek peyda nekir 2018-12-06 09:06:46 AMED - Doza bi hinceta "ketina herêma qedexe ya leşkerî" ya der barê 3 parlementerên HDP'ê yên berê de hat vekirin, paşê veguherî tawanbariya "alîkariya rêxistinê". Ev yek di navbera dadgehan de bû sedema rageşiyê. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê li holê tiştekî bike hinceta sûcdariyê nedît û dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê re şand.  Di 21'ê Îlona 2015'an de bi hinceta parlementerên HDP'ê yê berê Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu û Mehmet Alî Aslan di ser rêya Şirnex-Qilebanê re di gundê Dagkonakê re noqteya leşkerî derbas kirine û li hemberî operasyonên leşkerî yên herêmê pêşengiya çalakiya "mertalên zindî" kirine, ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Şirnexê lêpirsîn hat destpêkirin. Her çend parlementer bi "destûra leşkeran" di noqteya leşkeran re derbas bûbin, lê belê dîsa jî bi hinceta "ketina herêma qedexe ya leşkerî" der barê hersê parlementeran de îdianame hat amadekirin û di îdianmeyê de hat xwestin di navbera 2-5 salan de ceza li parlementeran bê birîn. Îdianame di 14'ê Nîsana 2017'an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Şirnexê ve hat qebûlkirin.    PIŞTÎ 6 DANIŞÎNAN BIRYAR GUHERΠ   Piştî 6 danişînên dozê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Şirnexê mahiyeta sûc guherand û der barê tawanbariya "ketina herêma qedexe ya leşkerî" betal kir û veguherand "alîkariya ji bo rêxistinê" û dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê re şand. Li ser vê parêzerê parlementeran Şivan Cemîl Ozen îtiraz kir, lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Şirnexê îtiraza Ozen red kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê jî biryara nepeywirdariyê da û dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê re şand.    Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê di biryara xwe de diyar kir ku doz di çarçoveya "ketina herêma qedexe ya leşkerî" de hatiye vekirin û li holê "alîkariya ji bo rêxistinê" tune ye û biryara nepeywirdariyê da. Li ser vê dosye ji dadgeha îstinafê re hat şandin.