ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-06 09:00:21 * Doza bi hinceta "ketina herêma qedexe ya leşkerî" ya der barê 3 parlementerên HDP'ê yên berê de hat vekirin, paşê veguherî tawanbariya "alîkariya rêxistinê". Ev yek di navbera dadgehan de bû sedema rageşiyê. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê li holê tiştekî bike hinceta sûcdariyê nedît û dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê re şand.  * Li Pasûrê di 2015'an de agir bi kursa Qur'anê ketibû û di vê şewatê de 6 zarok miribûn. Di rapora nû ya pêzaniyê de hat diyarkirin bersiyarê sereke Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk e û berpirsiyarê duyem jî hîndekarê kursê Farûk Işik e.    * Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku heta dwî li tecrîdê neyê wê çalakiyên wan ên bi vî rengî bidomin.    * 3'yemîn danişîna doza kuştina xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem ê polîsan bi îdîaya li hişyariya "Raweste" guhdar nekir ew kuştin dê sibê bê dîtin. Parêzerê Ekrem Gorkem,  Bulent Duran, diyar kir ku polîs hewl didin delîlan reş bikin û heyeta dadgehê jî hewl dide polîsan biparêze.    * Yekemîn danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren ku di 9'ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bêdîtin.    * 5 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin dê li 23'emin Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê pêk bê. (09.30)   * Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê dê çalakiya greva birçîbûnê ku li avahiya rêxistina HDP'ê ya Êlihê dabû destpêkirin dê di roja 3'yemîn de bi civîna çapemeniyê bi dawî bikin. (10. 30)   * Parêzer bi armanca hempîşewên wan serbest bên berdan dê li pêş Edliyeya Çaglayan a Stenbolê Nobeta Edaletê di hefteya 82'an de berdewam bikin. (11.30)   * Nûnerên rêxistinên demokratîk, partiyên HDP, DBP, Nûnerên Konfederasyona Girtîgehan û nûnerên KCD'ê bi armanca balê bikişînin ser  çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Oclaan dê li Salona Vedat Aydin a Rêxistina HDP'a Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê çalakiya greva birçîbûnê bi tevlêbûna  4 parlamenterên HDP'ê dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê berdewam bikin. Dê îro li avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.(12.30)