Du malper ji ragihandinê re hatin astengkirin 2018-12-05 16:26:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan (BTK) malpera înternetê ya nuceciwan6.com û Sendika62.Org ji ragihandinê re asteng kir.    Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan (BTK) malpera înternetê ya bi navê nuceciwan6.com beriha gelek caran girtibû. BTK’ê her dawî lînka nuceciwan6.com jî ji ragihandinê re asteng kir. BTK’ê ji bo astengkirinê tu biryar hêcet nîşan neda.    MALPERA SENDİKA.ORG'Ê JÎ HAT ASTENGKIRIN    Li aliyê din BTK'ê malpera înternetê ya Sendika.Org jî cara 62'emîn ji ragihandinê re girt. Malpera Sendika.Org beriya bi dehan car hatibû astengkirin. Herî dawî Sendika61.Org htibû astengkirin û li ser Sendika62.Org weşana xwe didomand, îro ev jî hat astengkirin.