Rastiya lîstika Sûrê ya 'Teslîm bûn' derket holê 2017-10-30 09:09:44 AMED – Dîmenên rastî yên 3 kesên ji taxek Sûrê ku dema pevçûn lê diqewimîn bi mîzansena “teslîm bûn” hatin serwîskirin derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku 1 jê zarok 3 kes tên tazîkirin û dîmenên roja ewil hatine serewîskirin mîzansen in.  Li navçeya Sûrê ya Amedê di sala 2015-2016’an de “qedexeya derketina kolanan” hatibû îlankirin û şer 103 rojan dewam kiribû. Di 24’ê sibata 2016’an de ji aliyê Serfermandiriya Artêşa Tirk ve nûçe û dîmenên mîzansenî yên wek “3 kes li Sûrê teslîm bûn” û “Li Sûrê PKK’î wiha teslîm bûn” hatibûn serwîskirin. Dîmenên rastî yên wan 3 kesan derketin holê. M.Ş.A., M.S.A. û M.K. a ji 18 salî jêrdetir diyar kiribûn ew di qedexeya Sûrê de asê mane û di 22’ê sibata 2016’an de hatin tahliyekirin. 3 kes piştî hatin tahliyekirin hatibûn binçavkirin û bi îdîaya “Yekîtî û hevgirtina dewletê xera kirine” bi daxwaza cezayê muebetê li wan doz hat vekirin. Ev her 3 kes hêj girtî ne. Van kesan di îfadeyên xwe yên dadgehê û dosyeya dozê de diyar kirin ku dema ji Sûrê tahliye bûne rojek ji aliyê leşker û polîsan ve hatine desteserkirin, hatine derpkirin û gefên înfazê li wan hatiye xwarin. Kesan got ku dîmenên wan bi darê zorê hatine kişandin û ew dîmen mizansen e.    DI DÎMENÊN RASTÎ DE HETA BINCILKAN JÎ DERDIXIN    Li ser daxwaza parêzerên Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê ku darizandina 3 kesan dike, dîmenên wan ji Miduriyeta Polîsan a Amedê xwest. Di dîmenên polîsan ku ji dadgehê re şandin de ji roja ewil ve meseleya îfadeyên her 3 kesên didin pişt rast dike. Tê dîtin ku dîmen di 22’ê sibata 2016’an saet li 15.15’an ji aliyê kameraya maşîneya zirxî ve hatiye kişandin. Denge dîmen tune ye û dîmen ji 2 deqîqeyan pêk tê. Di dîmen de tê xuyakirin ku M.Ş.A., M.S.A. û M.K. bi kincên xwe yên sivîl in û bê çekin. Li pişt wan tankek xuya dike û cihên lê ne ji ber pevçûnan hilweşiyaye û di nav heriyê de ne.    Destên her 3 kesên sivîl li hewa ye û li gorî fermana ji maşîneyê tê dayîn dest bi tazîkirinê dikin. Ev kes kincan ji xwe dikin û bi rûyekî qilqal destên xwe radikin hewa û dixwazin qala tiştekî bikin. Pişt re ev kes heta bincilkên xwe jî ji xwe dikin û xwe li erdê dirêj dikin û destên xwe radikin hewa. Dîmen bi veqetandina kesekî re bi dawî dibe.    DI DÎMENÊN MÎZANSEN DE KINCÊN CUDA LI WAN DIKIN    Piştî 2 rojan ku ev kes ji Sûrê hatin derxistin dîmenên mîzansen serwîsî çapemeniyê hatin kirin. Leşker bi teçhîzatek taybet li serê kolanek berê lê pevçûn qewimiye bicih dibin û demek gule berê nav malên li kolanê didin. Pişt re leşkerek fermana “agirbestê” dide û bi dengek bilind anonsa “Teslîm bibin. Cihek ku hûnê biçin tune ye” dike. Li dawiya kolanê kesek ku nayê xuyakirin tenê dengê wî wiha tê: “Gule nebarînin. Em teslîm dibin.”    Pişt re M.Ş.A., M.S.A. û M.K. bi yek rêzî li serê kolanê tên xuyakirin. Di destê yê pêş de alek spî heye. Balkêş e ku kincên li ser van kesan ji kincên dema ji taxên tên derxistin cudatir e. Leşkerên îdîa dikin ku ev kes teslîm bûne li ser wan lêgerîn dikin û ji wan re dibêjin: “Ciwanino hûn di bin ewlehiya dewletê de ne. Hûn emanetî me ne. Dê kes zerarê nede we.”    Di berdewamiya mîzansenê de bi 3 kesan di megafona di hundirê maşîneya zirxî ya tîpa Kobra de anons teslîmbûna endamên YPS’ê tê kirin.