19 girtî ji Girtîgeha Panosê sewqî 4 girtîgehan kirin 2018-12-05 14:28:43   AGIRÎ – 19 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê didome. 19 girtiyên siyasî yên li Panosê diman sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Hevserokê Rêxistina HDP’a Sêrtê yê berê Abdullah Çetîn jî di nav de 19 girtiyên li qawîşa C-9 diman duh sewqî 4 girtîgehên cuda hatin kirin.    Çetîn jî di nav de 4 girtî sewqî Gumuşhaneyê, 4 girtî sewqî Bayburtê, 4 girtî sewqî Erziromê û 7 girtî jî sewqî Wanê hatin kirin.