HDP’ê binçavkirin şermezar kir 2018-12-05 14:04:06   COLEMÊRG – Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê, serdegirtina malan û binçavkirina endam û rêveberan şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sinan Kaya xwest bi lez hevalên wan bên berdan.    Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di di roja 28'an de berdewam dike. Polîsan serê sibê bi ser malên endam û rêveberên HDP'ê yên bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven di 17 -18'ê Mijdarê de ketibûn grevê de girtin. Polisan  di serdegirtina malan de 8 kes binçav kirin û li avahiya HDP'ê lêgerin pêk anîn.    DAWÎ LI SERDEGIRTINAN BÎNIN   Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê li dijî operasyon û serdegirtinan li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Li ser navê girsê Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku bi van operasyonan dixwazin wan çavtirsandi bikin û ji armanca wan dûr bixin û wiha got: "Ev zext û binçavkirinên li dijî siyasetmedarên me ne hiqûqî ye. Em di pêvajoyek pir krîtîk re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû gelê me. Mixabin îro hemû çapemenî bi destê AKP'ê hatiye bêdengkirin. Hikûmeta AKP'ê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû gelê Tirkiye yê muxalif dixwaze zordesti û desthilatdariyê ava bike. Em van zextan qebûl nakin û em dê li dijî van zextan li ber xwe bidin. Terora esil AKP ye. Em partiyek siyasî û fermî ne. Lê AKP me wekî teror nîşan dide. Lê AKP bi pêkanînê xwe bi xwe terorê pêş dixe. Gel li partiya xwe xwedî derdikeve. Lê bi van zextan dixwaze gel ji partiya xwe dûr bixe. Ger ku îro terakek hebe ew jî komek rêveberên di nava AKP'ê de ne. Em dîsa bang dikin û dibêjin hevalên me bi lez serset berdin."