Demîrtaş: Em ji darizandinê natirsin 2018-12-05 13:34:50   STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di doza bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kiriye” tê darziandin de axivî û got: “Em ji darizandinê natirsin.”    Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kiriye” ne girtî tê darizandin li Dadgeha Bakirkoya Stenbolê hat dîtin. Demîrtaş bi riya dîmen beşdarî danişînê bû. Demîrtaş xwest îdianameya der barê wî de hatiye amadekirin bê xwendin û pişt re îdianame hat xwendin. Demîrtaş di danişînê de da zanîn ku erêkirina cezayî wî û HDP’yî Sirri Sureya Onder hatiye dayîn siyasî ye û Serokê Giştî yê AKP’ê li dijî biryara DMME’yê pêngava xwe pêk anî.    ‘EM JI DARIZANDINÊ NATIRSIN’    Demîrtaş anî ziman ku ew ji ber gotinên xwe yên li dijî gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan tê darizandin û got: “Xwedê kirî em ji kesek din natirsin. Em ji darizandinê jî natirsin. Ez dixwazim van dosyeyan bi hev re bibin yek.”    Doz taloqî 27’ê adara 2019’an hat kirin.