Ji bo dolmîşa hat gulebarankirin serî li AYM’ê da 2018-12-05 12:18:09   AMED – Li Licê dolmîşek hatibû gulebaran kirin. Dadgeha Amedê serlêdana Metîn Bekîroglu yê di dolmîşê de ku guhê wî çepê ji ber dengê guleyan kerr bû red kir. Bekîroglu serî li AYM’ê da.    Di 15’ê sibata 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê dolmîşek rêwiya ya dihat Amedê ji aliyê maşîneyek zirxî ve hatibû gulebarankirin. Ji ber parçeyên cama domişê pekiyan welatiyê bi navê Ozgur Atagun bi sivîkî birîndar bibû. Ji rêwiyan Metîn Bekîroglu jî ji ber şîrqîniya dengê guleyê ji guhê xwe yê çepê kerr bibû. Bekîroglu giliyê sûc kir û Serozgeriya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî demekê serdozgeriyê biryara “neşopandinê” ji bo dosyeyê da. Baroya Amedê jî di 8’ê gulana 2017’an li dijî biryarê îtîrazî 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê kir. Dadgehê jî serlêdanê red kir û biryara “neşopandinê” da. Bekîroglu yê ji ber dengê gulebaranê pirsgirêka bihîstinê pê re çêbû li dijî biryara Dadgeha Amedê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.