Wekîlên HDP’ê yên di grevê de ne: Em hemû bi hev re tecrîdê bişkînin 2018-12-05 11:20:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterên HDP’ê yên bi daxwaza “daxwaza wê daxwaza me ye” yên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketin greva birçîbûnê gotin: “Ya me bibe serkeftinê berxwedan e, em hemû tecrîdê bi hev re bişkênin.”  Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Celemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 28 roj e li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Bi heman daxwazê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê jî girtî ne 9 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ne.    Lig elek bajaran parlamenterên HDP’ê ji bo binoneya piştgiriya çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê ketin çalakiya greva birçîbûnê. Li Êlih, Amed, Riha, Mêrdîn û Stenbolê parlamenterên HDP’ê yên di çalakiyê de ji ajansa me re axivîn.    TIRYAKÎ: DI CÎHANÊ DE MÎNAKEK WIHA NÎNE    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî: Li tu devera cîhanê tecrîdek wiha nîne. Divê demildest dawî li tecrîdê bînin. Çalakî pêl bi pêl berbalav dibe.    BAŞARAN: EM Ê BIGÎHÎJIN SERKEFTINÊ    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran: Divê her kes xwedî li daxwaza birêz Guven derkeve. Divê hemû civakên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin dengê Guven. Em bi têkoşîna xwe bawerin û em ê bi ser bikevin. Ev daxwaza bi milyonan e û bila demildest dawî li tecrîdê bînin.    GUZEL: BERXWEDAN DÊ SERKEFTINÊ BÎNE    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel: Heta tecrîd ranebe em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Wê têkoşîn û berxwedana me tecrîdê bişkênê. Ya me bibe serkeftinê berxwedan e.    MAÇÎN: JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û şer bi dawî bibe divê demildest tecrîd bi dawî bibe.    SURUCU: NAVNÎŞAN OCALAN E    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu: Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd e. Tekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye.    ÇELÎK: ÇARESERIYA HERÎ BAŞ PARADÎGMA OCALAN E    Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk: Tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Çareseriya herî hêja û baş paradîgma Birêz Ocalan e.    GUNAY: EM TECRÎDÊ BIŞKÊNIN    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay: Divê em daxwaza Leyla Guven bêxwedî nehêlin. Em deng bidin çalakiyê û tecrîdê bişkênin.   OLUÇ: AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê û Berdevkê HDP’ê Saruh Oluç: Tecrîdkirina Birêz Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ye. Tecrîd bandorek neyînî li ser gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dike.    CANBAZ: DAXWAZA WÊ DAXWAZA ME YE   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.    KAYA: GUVEN BÛ PÊŞENG    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya: Leyla Guven ji bo pêvajoyek nû pêşengiyê kir. Pêvajoya demokratîkbûnê û çareseriyê li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê ne şer aştî tê xwestin.    KENANOGLU: LI SER GELAN BANDOR DIKE    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu: Tecrîda li Îmraliyê li ser hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê dike. Divê temildest tecrîdkirin bê rakirin. Pêwîste pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Em ê hemû bi hev re tecrîdê bişkênin.