Bayraktar: Ji bo gelên Rojhilata Navîn divê bi Ocalan re hevdîtin bikin 2017-10-30 09:04:36 ÎZMÎR – Parêzer Mehmet Bayraktar ku di navbera salên 2006-2011'an de gelek caran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, got ku hêleke navnetewî ya şert û mercên tecrîda li ser Ocalan heye. Bayraktar, diyar kir ku ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn divê bi Ocalan re hevdîtin kir.  Piştî li ser medyaya civakî der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hin agahî hatin weşandin û paşê daxuyaniya ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî da şik û gumanên der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan de zêde kirin. Parêzer Mehmet Bayraktar ku di navbera salên 2006-2011'an de 32 caran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çê kirin, polîtîkayên tecrîda li ser Ocalan nirxandin. Bayraktar, diyar kir ku ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn divê bi Ocalan re hevdîtin bên çêkirin.    ‘TIŞTÊN PÊK TÊN BIRÊZ OCALAN MAFDAR DERDIXE'    Bayraktar, diyar kir ku di hevdîtina wî ya bi Birêz Ocalan re, Ocalan der barê Tirkiye û Rojhilata Navîn de gelek tişt digotin û niha ew tespîtên wî nîşan didin ka çi qas mafdar e. Bayraktar wiha got: "Kurdan pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, pêvajoya çareseriya demokratîk, li Rojavayê bi awayekî demokratîk derxistine holê û ev yek di modela xweseriya demokratîk de xwe nîşan dide. Her wiha em mafdariya tespîtên wî yên der barê pêvajoya şer a serdestan ku li Sûriye û Iraqê bi rê ve dibin jî dibînin."Bayraktar, dest nîşan kir ku Ocalan gelek caran nîşan daye ku ew navnîşana demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û bi awayekî aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd e û ji ber vê Mutabakata Dolmabahçeyê hêzên serdest qilqilandiye.    ‘TILIYA HÊZÊN NAVNETEWÎ JÎ DI TECRÎDÊ DE HEYE'    Bayraktar, dest nîşan kir ku şert û mercên tecrîda li ser Ocalan tê meşandin tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê sepandin, tiliya hêzên navnetewî yên di dema radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê de rol lîstin jî heye. Bayraktar, diyar kir ku di warê çareserkirina pirsgirêka kurd e rola Ocalan tê zanîn. Bayraktar diyar kir ku li Sûriyeyê hay ji bandora Ocalan a li ser gelên Sûriyeyê ku tevî hêzên YPG û YPJ'ê civakeke demokratîk ava dikin jî heye.    ‘DITIRSIN KU FIKRÊN WÎ BIGIHÊN GELAN'    Bayraktar, anî ziman ku sedema sereke ya astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re, astengkirina modela rêveberiya demokratîk e ku li Sûriyeû Iraqê tê avakirin. Bayraktar, dest nîşan kir ku nayê xwestin ku fikrên Birêz Ocalan bigihê gelên Rojhilata Navîn. Bayraktar, diyar kir ku hêzên serdest baş dizanin ku tişta ku kurd, tirkmen, ereb û gelên din bi fikrên Ocalan ava dikin li dijî pergala wan e. Bayraktar wiha domand: "Me ev yek di Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a Tirkiyeyê ku 2 salan domand de dît. Me dît ka li Tirkiyeyê xwîn çawa disekine, seyra şerê li Sûriyeyê çawa guheriye, li Şengalê DAIŞ'ê çawa hatiye qewirandin. Me li vir rola Birêz Ocalan dît. Hêzên serdest jî dîtin. Ji ber vê biryar dan van polîtîkayên xwe bidomînin."    ‘NE CAREKÊ, DIVÊ BI AWAYEKÎ RÊKÛPÊK HEVDÎTIN PÊK BÊN'    Bayraktar, dest nîşan kir ku heke bi Ocalan re hevdîtin bên çê kirin dê ev yek wek aştî û biratiyê sîrayetî Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Bayraktar got ku ji ber vê yekê divê hevdîtin ne ji bo carekê, bi awayekî sîstematîk bi domdariyî bên çê kirin. Bayraktar dest nîşan kir ku girîng e ku fikrên Ocalan bigihên civakê. Bayraktar anî ziman ku xwediyên îktîdarê yên berê û hêzên şer ên li pişt wan tim şer, êş û perçebûyîn li gelan ferz kiriye û wiha domand: "Gelên Rojhilata Navîn dikarin pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin. Lê belê, heta niha tenê Birêz Abdullah Ocalan fikrekî çareseriya demokratîk avêtiye holê. Ji ber vê navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye."   Bayraktar, diyar kir ku nûçeyên ku der barê Birêz Ocalan de li ser medyaya civakî hatin belavkirin, tam di dema ku Artêşa Iraq û Heşdî Şabî êrîşî Kerkûkê kirin hatin belavkirin û ev yek watedar e. Bayraktar, dest nîşan kir ku divê Parlementoya Ewropayê (PE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan tewrê xwe nîşan bidin. Bayraktar got ku divê CPT rapora ku amade kiriya aşkere bike û dîsa serdana Girava Îmraliyê bike.    MA / Ahmet Kanbal