Buldan: Divê meclîs û wezareta dadê meclîsê bike rojeva xwe 2018-12-05 11:14:56   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan ku duh li Meclîsê ket greva birçîbûnê, diyar kir ku pêwiste bi lez tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Divê Wezareta Dadê û Meclîs tecrîdê têxin rojeva xwe. "    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye ket roja 28'an. Piştgiriya Çalakiya Leyla Guven û çalakiyên li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. Piştî li hemû girtîgehan girtiyên siyasî jî bi dorvegera 10 rojan û bêdawî kom bi kom dest bi çalakiyê kirin, niha jî wekîl û rêveberên HDP'ê jî ketin grevê. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê di 2'ê Kanûnê de li avahiya HDP'ê dest bi çalakiyê kir û didomîne. Li Mêrsînê di roja ewil de 10 çalekger hatibûn binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Duh jî Mêrdîn, Şirnex, Wan, Stenbol Amed Riha û Enqereyê parlamenter ketin greva birçîbûnê. Li Enqere Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di navde 10 parlamenteran dest bi grevê kirin.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, der barê armanca çalakiyê û tecrîdê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Buldan, diyar kir ku ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha hevdîtina bi Ocalan re hatiye qutkirin û wiha got: "Piştî vê dîrokê ku hevdîtina bi Ocalan re hat qutkirin li Tirkiye krîz û kaosê dest pê kir. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê tecrîdê dest pê kir. Piştî tecrîdê dest pê kir bi dehan mirov hatin kuştin. Kirîza aborî û siyasî dest pê kir. Ji wê demê û şûnde Tirkiye di nava krîza aborî û siyasî de ye. Bi taybetî dema em li 3 salên dawî yên tecrîdê binerin, nirxandinên Birêz Ocalan  der barê pêvajoyê de rast derdikevin. Dema hevdîtin bi Ocalan re dihat kirin, mirovan bi ewle li pêşeroja Tirkiye dinerîn. Di 7'ê Hezîranê de gelê Kurd û Tirk di şexsê HDP'ê de li Aştiyê xwedî derketin. Lê hikûmeta AKP'ê ev pêvajo xera kir û pêvajoya nû ya şer da destpêkirin. Ji ber vê yekê tecrîd tenê li ser Birêz Ocalan nayê meşandin."     ‘DIXWAZIN OCALAN JI GELÊ KURD QUT BIKIN'   Buldan, destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin Ocalan û gelê kurd ji hev qut bikin û wiha berdewam kir: "Bi milyonan kes dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Bi tecrîdê dixwazin Birêz Ocalan ji gelê Kurd qut bikin. Dixwazin vîna gel bişkînin. Mixabin tecrîd  her ku diçe kûr dibe û didome. Em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Çalakiya grevê birçîbûnê berxwedan û serhildanek e. Siyasetmedarek jin ev çalakî daye destpêkirin pir bi wate ye. Birêz Lelya jî dibêje ‘Min bi felsefeya Brêz Ocalan dest bi siyasetê kir. Lê piştrî tecridkirina Birêz Ocalan wekî ewladek kurd min berpirsiyarî ji bo xwe ferz dît û min dest bi vê çalakiyê kir.' Em dibêjn Leyla Guven ne bi tenê ye. Daxwaza wê daxwaza milyonan e. Bi milyonan gel li pişt Leyla ye. Divê îradaeya siyasî jî vê yekê têxe rojeva xwe. Di serî de hikûmeta AKP'ê, Wezareta Dadê û Meclîs divê tecrîdê bi lez têxin rojava xwe."      Buldan, êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Mêrsînê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Bi van binçavkirinan dixwazin vîna me bişkînin. Ji ber ku îro hem li hundir û hem jî li derve berxwedan heye. Hevalên mey ên hatin binçavkirin îro li qereqolê jî çalakiya xwe berdewam dikin. Ev pir giring e. Bi her9 awayî dixwazin çalakî û berxwedana me pûç bikin. Çalakiya niha me li meclîsê daye destpêkirin sembolîk e. Em dixwazin bi vê çalakiyê tecrîdê têxin rojeva meclîsê. Em dixwazin tecrîd li meclîsê jî bê axaftin û nihaqkirin. Em dixwwatin bi vê çalakiyê tecrîdê têxin rojeva meclîsê û Wezareta Dadê. Lê dema em li îktîdar û meclisê dinerin em dibînin wekî 3 maymunan tev digerin. Nabînin, nabihîzin û naaxivin. Em dê roja pêncşemê li Lijneya Rêveberiya Navendi nişaşê bkimeşînin. Em dê divê civînê de nexşerêyekê pêk bînin."     MA / Berivan Altan