Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsê Waliyê Mêrdîn sûcdar kir 2018-12-05 09:40:01 MÊRDÎN - Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsa Tirkiye,  ji ber ku Walîtiya Mêrdînê bersîv nedaye daxwaza Welatiyê Nisêbinê Vedat Acar, bi “Nûnertiya feraseta ku li rêgezê niqûqa bingehîn guhdar nake, dike" sucdar kir.  Lijneyê biryar da ku bi lez mexdûriyetê pêşwazî bike.    Di serdema qedexeya kolanan a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de, xaniyê Vedat Acar ê li taxa Yenîşehîrê hat xerakirin. Acar di 2'ê Tebaxa 2017'an de serî li Qeymeqamiya Nisêbinê da, lê qeymexamiyê bersîv neda. Vê carê Acar di 2'ê Gulana 2018'an de serî li Walîtiya Mêrdînê da. Lê ji ber ku Walîtiya Mêrdînê jî bersîv neda, vê carê Acar serî li Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsa Tirkiye da. Piştî Lijneyê serlêdana Acar nirxand, Walîtî tawanbar kir û xwest mexdûriyeta Acar pêşwazî bikin. Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsa Tirkiye,  ji ber ku Walîtiya Mêrdînê bersîv nedaye daxwaza Welatiyê Nisêbinê Vedat Acar, bi “Nûnertiya feraseta ku li rêgezê niqûqa bingehîn guhdar nake, dike" sucdar kir.    WALÎTÎ: KAR ZÊDE BÛ   Walitiyê parastina xwe kir û zêdebûna kar ji bo xwe kir hincet ku bersîve nedaye. Lê lijneyê bersivnedayîna Walîtiyê sûc dît û xwest mextûrdiyeta Acar bibersivîne. Lijneyê piştî serlêdan nirxand biryar da ku Walîtî daxwaza Acar pêk bîne û mexdûriyeta wî jî pêşwazî bike.    MA / Ahmet Kanbal