Girtiyan pêkanînên mafan ên li Girtîgeha Amedê ragihandin 2018-12-05 09:18:08 AMED - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1'ê ya Amedê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan destnîşan kir ku îdare pirsgirêkan çareser nake û gotin berpirsiyarê hemû pirsgirkan midûrê girtîgehê ye.  Li girteghên li Tirkiye û herêmê her diçe binpêkirina mafan zêdetir dibe. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1'ê ya Amedê nameyek şandin û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin ragihandin:   “*Li hemû girtîgehan girtî hikumxwar hefteyê carekê diçin cem bijîşk, lê belê li vir mehê carekê ye. Gelek girtiyên enxweş û extiyar hene, lê tenê 3 bijîşk hene. Bi vê jî mafê tedawîkirinê tê binpêkirin.    *Sewqên ji bo nexweşxaneyê nayên kirin an jî piştî demeke dûr û dirêj tên kirin. Kesên dibin nexweşxaneyê jî tetkîkên wan nayên kirin.    *Hevalên me yên wê bên berdan, bi hincetên ji rêzê bi lêpirsînên dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Mînak; hevalê me Necatî Çelîk. Kesên roja wan a berdanê hatiye bi hincetên wisa ji rêzê nayên berdan.    *Di dema hevdîtinê de di bin navê lêgerînê de bêhurmetî li malbatên me tê kirin. Wexta xizmên me bertekê nîşanî vê yekê didin bi mehan hevdtinê li wan qedexe dikin.    *Ava germ nayê dayîn. Zivistanê em ji mecbûrî bi ava sar serê xwe dişon. Ji ber vê gelek kesê ji me nexweş dikevin. Kalorîfer naxebitin. Îdare ne betaniyan dide ne jî dihêle malbatên me ji me re betaniyan bişîne.    *Bi hinceta kes tune wergerê bike pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Newresim, sandalye, mase û betaniyan nadin.    *Wexta tiştên mîrî yên wek mislix û ceryanê xera dibin nayên çêkirin û bime didin kirîn.    *Bi taybetî jî midûrê yekem ê girtîgehê prisgirêkan çareser nake, bereksê wê pirsgirêkan girantir dike û jiyanê vediguherîne dojehê. Evan pêkanînên wî pêkanînên faşîzane ne. "