Kêlika gora kurê xwe çêkir hat girtin, kêlika gorê jî hat binçavkirin! 2018-12-05 09:16:41 WAN - Li Erdîşa Wanê Cemal Yildizê li ser kêlika gora kurê xwe yê li Taxa Mezrayê ablem da çêkirin û nivîs da nivîsandin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê hat girtin. Her wiha leşkeran kêlika gorê jî rakir û bi xwe re birin.  Li Taxa Mezra ya Erdîşa Wanê leşkeran di 21'ê Mijdara 2018'an de avêt ser mala Cemal Yildizê 68 salî û ew binçavkirin. Di heman katê de leşkeran avêt ser goristana li gund jî û kêlika gora kurê Yildiz Harûn Yildizê HPG'î yê di 21'ê Hezîrana 2014'an de li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê mir jî rakirin û bi xwe re birin.    BAV HAT GIRTIN    Di avêtina ser malê de bav Yildiz bi hinceta li ser kêlika gora kurê xwe "Şehîd" nivîsandiye û "ablema PKK'ê" daye çêkirin hat binçavkirin. Bav di heman rojê de li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Erdîşê hat darizandin û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Her wiha kêlika gora kurê Yildiz jî şandin emaneta edlî.    'WÊ ÇAXÊ NE QEDEXE BÛ'    Bav Yildiz di îfadeya xwe ya li dadgehê de got: "Kurê min di 2006'an de tev li rêxistinê bû. Piştî tev lê bû 2 sal şûnde hayê min jê çêbû. Paşê hayê me jê çêbû ku kurê min li Serê Kaniyê miriye. Piştî 2 meha şûnde min cenazeyê kurê xwe ji Rihayê anî Erdîşê û defin kir. Piştî me ew defin kur du meh şûnde min bi pereyê xwe kêlika gora kurê xwe Harûn da çêkirin. Min amblema alaya PKK'ê û wêneyê kurê xwe yê tevî kincên rêxistinê da çêkirin. Ne rêxistinê ne jî kesekî din ji min re negot wisa çêbike, min bixwe wîsa da çêkirin. Wexta min kêlika gora kurê xwe da çêkirin tiştekî wisa ne qedexe bû. Jixwe min nizanibû qedexe ye jî."    Piştî îfadeya bav Yildiz, dadgehê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" biryara girtina wî da û ew şandin girtîgehê. Lê belê parêzerên Yildiz îtiraz kirin û di îtiraza xwe de destnîşan kirin ku biryara hatiye dayîn derî "usûl û qanûnê" ye û xwestin muwekîlê wan bê berdan.    Piştî kêlika gora Harûn Yildiz hat binçavkirin, tenê li dora gorê çarçoveya mermerkirî ma.    MA / Adnan Bilen