Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren sibê ye 2018-12-05 09:13:53 AMED - Wê danişîna ewil a doza rojnamevan Kîbrîye Evren sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê be. Dadgehê dixwaze 22 sal ceza li Evrenê bê birîn. Nûnerên rêxistinên rojnamevanan xwestin rojnamevanên girtî bên berdan û ji bo danişîna Evernê bang kirin.  Danişîna ewil a doza rojnamevan Kîbriye Evren a di 9'ê Cotmehê de li Amedê hat binçavkirin û paşê hat kirin sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê be. Evren bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin. Di îdianameya der barê Evrenê de hat amadekirin tê xwestin ku 22 sal ceza lê bê birîn.    Nûnerê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) ji bo danişîna Evrenê bang kirin.    Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmût Oral, diyar kir ku li gorî daneyên TGS'ê herî kêm 145 rojnamevan girtîne û yek ji wan jî Kîbriye Evren e. Oral, bilêv kir ku îktîdar ji bo muxalefetê bitepisîne hiqûq û darazê bi kar tîne û got: "Bi qasî em dizanin tê xwestin zêdetirî 20 salan ceza li Evrenê bê birîn. Bi endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê tê tawanbarkirin. Di dozê de parvekirinên medyaya civakî wekî sûc hatine hesibandin. A rast herkes evan tiştan parve dike lê wexta Kîbriye Evren parve kiriye wekî sûc hatiye hesbandin." Oral, bal kişand ser şahidên nepen ên di dosyeya Evrenê de jî û destnîşan kir ku êdî îktîdar û polîs vê yekê wekî koz bi kar tînin, lê belê divê ev yek ji pergala hiqûqê bê derxistin. Oral ji bo danişîna doza Evrenê bang li herkesî kir.    DIVÊTIYÊN ROJNAMEVANIYÊ NE    Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney jî destnîşan kir ku wexta rojnamevan dvêtiyên pîşeya xwe bi cih tînin tên girtin û got: "Wê li di 6'ê Kanûnê de li edliyeya Stenbol û Amedê hevalên me yên rojnamevan bên darizandin. Wê li Stenbolê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û li Amedê jî edîtora Jînnewsê Kîbriye Evren derkeve pêşberî dadger. Ev darizandin li hemberî pîşeya me ne. Guney, bilêv kir ku xwedîderketina li rojnamevanên girtî, xwedîderjketina li vê pîşeyê û ratiyeyê. Guney ji bo danişînên dê di 6'ê Kanûnê de pêk bên bang li parêzvanên demokrasiyê û rêxistinên çapemeniyê kir.    ‘DIVÊ DAWÎ LI VÊ BÊHIQÛQÎTIYÊ BÊ'    Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan jî bi bîr xist tevî Kîbrye Evrenê polîsan avêtiye ser malên 7 rojnamevanan û ew binçavkirine û bi avêtina ser malan xwestine di şexsê rjnamevanên hatine binçavkirin û girtin hemû rojnamevan bên tirsandin. Boltan, bilêv kir ku Evren bi hincetên derî hiqûqê hatiye girtin û divê demildest bê berdan.