Yorukan xwest Demîrtaş bê berdan 2018-12-05 09:12:00 ÎZMÎR – DMME'yê biryara berdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dabû, lê belê dîsa jî nehat berdan. Yorukan bertek nîşanî vê yekê da û gotin: "Tenê ne Tirkiye hemû cîhan dixwaze Demîrtaş bê berdan."  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 20'ê Mijdarê de biryar dabû ku divê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan, lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqereyê biryara der barê Demîrtaş de red kir. Li Îzmîrê Yorukan jî bertek nîşanî vê biryarê da û xwestin Demîrtaş bê berdan. Seroka Komeleta Hawirdor-Xweza û Çandê ya Efesê (EFESÇED) Tekîn Karadag û hevjîna wî Gullu Karadag destnîşan kirin ku divê dawî li biryara der barê Demîrtaş de bê.    ‘HDP DENGÊ YORUKAN, ÇERKEZAN, ELEWIYAN E'    Karadag, anî ziman ku HDP dengê hemû bindestan e û got: "Tirkiyeyê veguherandin girtîgehê. Girtîgehên nû çêbikin jî wê nikaribin 6 milyon mirovî têxin girtîgehê. Tenê ne Tirkiye hemû cîhan doza azadiya Demîrtaş dike. Demîrtaş ji bo cîhanê hemû mînak e. Biryara DMME'yê ya der barê Demîrtaş de biryareke derengmayî ye. Em destekê didin vê biryarê. Niha bi darê zorê tê girtin. Em bi çavên xwe dibînin ku li vî welatî hiqûq tê binpêkirin. DMME'yê jî ji ber berjewendiyên xwe guh nedida mafên gelên bindest ên li Tirkiyeyê. Loma divê em elewî, yoruk, kurd, tirk, çerkezên li Tirkiyeyê bêyî cihêkariya ziman û olê em li cem hev bin. Divê em di şexsê Demîrtaş de destekê bidin hemû hevalên xwe yên bi awayekî neheq hatine girtin. A rast hevalên me ne girtî ne dîl hatine girtin."    Karadag, destnîşan kir ku ew doza azadiya hemû girtiyan dikin û xwest demildest Demîrtaş bê berdan. Karadag got: "Em yoruk çawa li dijî zilma osmaniyan wekî efe û zeybekan li ber xwe da û di dîrokê de cihê xwe girt, wê kesên berxwedêr jî ddi dîrokê de cihê xwe bigirin. Wekî Yilmaz Guney jî gotî 'Teqez em ê bi ser bikevin.'"    ‘BERÊ MHP'Î BÛM'    Gullu Karadag jî, destnîşan kir ku jinên yoruk jî hay ji pêvajoyê hene, lê belê ji ber îhtirazên xwe nikarin dengê xwe bikin. Karadag, bilêv kir ku berê ew MHP'î bû û got: "Min barbartiya wan dît. Welat ber bi rewşeke aloziyî ve birin. Min dît HDP ehlê aştî, ekolojî û hezê ye. Ji ber li qîmetê dide xwezayê û li hemberî qirkirina xwezayê tev digere min û zarokên xwe tev de dengê xwe da HDP'ê. Niha jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Demîrtaş bi bêhiqûqiyan re rû bi rû ye. Em vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin. DMME'yê biryara berdana Demîrtaş da, lê dewlet wî dîl girtiye. Divê Demîrtaş ne di girtîgehê de li gel gelê xwe be. Loma divê demildest li gor biryara DMME'yê biryarek bê dayîn û Demîrtaş bê berdan."