ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2018'A 2018-12-05 09:00:36 * Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier anî ziman ku avakirina Platforma Zimanê Kurdî ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd gavek girîng e û di çarçoveya hilbijartina herêmî de jî lêgerîna îtîfaqê dê bibe duyemîn bingeha pêkhatina yekîtiyê. * DMME'yê biryara berdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dabû, lê belê dîsa jî nehat berdan. Yorukan bertek nîşanî vê yekê da û gotin: "Tenê ne Tirkiye hemû cîhan dixwaze Demîrtaş bê berdan."    * Li gundê Taxik ê Elbakê qada turîstîk ya wekî "Vanadokya" tê binavkirin bêxwedî maye. Şêniyên gund diyarkirin ku divê wekî bizmûlkên li Nevşehîrê Vanadokya jî bê nasandin.    * Wê danişîna ewil a doza rojnamevan Kîbrîye Evren sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê be. Dadgehê dixwaze 22 sal ceza li Evrenê bê birîn. Nûnerên rêxistinên rojnamevanan xwestin rojnamevanên girtî bên berdan û ji bo danişîna Evernê bang kirin.    * Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku ket greva birçîbûnê, diyar kir ku divê xwedî li daxwaza Leyla Guvenê bê derketin û got: "Divê herkes xwedî li têkoşîna wê derkeve. Baweriya me bi vê têkoşînê heye û em wisa difikirin wê bi ser bikeve."    * Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya Meclîsa Tirkiye,  ji ber ku Walîtiya Mêrdînê bersîv nedaye daxwaza Welatiyê Nisêbinê Vedat Acar, bi “Nûnertiya feraseta ku li rêgezê niqûqa bingehîn guhdar nake dike" sucdar kir.    * Li Dîlokê xwarina zivistanê Şiveydiz, ji ber zebzebên di nav de wekî antîbiyotîkeke xwezayî ye.    * Girtiyê nexweş Fûat Yavûzel ku ji zarokatiyê ve nexweşîna Îmmun Trombositopenik Purpure lê peyda bûye, di nava rojê de xwîn ji dev û bêvila wî tê, lê dîsa jî bi hinceta "dibe ku bireve û delîl nehatine berhevkirin" nayê berdan.    * Li Erdîşa Wanê Cemal Yildizê li ser kêlika gora kurê xwe yê li Taxa Mezrayê ablem da çêkirin û nivîs da nivîsandin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê hat girtin. Her wiha leşkeran kêlika gorê jî rakir û bi xwe re birin.    * Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ya ji bo piştevaniyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ket greva birçîbûnê ya ji bo 3 roan got: "Em ê bi berxwedanê ber bi serketinê ve biçin."    * Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1'ê ya Amedê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan destnîşan kir ku îdare pirsgirêkan çareser nake û gotin berpirsiyarê hemû pirsgirkan midûrê girtîgehê ye.    * Şaxa Haber Sen a KESK'ê dê ji bo endamên xwe yên mafê wan tê binpêkirin li ber PTT’ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.00)   * Yekenîn danişina doza 31 jê girtî 62 karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ku tên darizandin dê li 14'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Gaziosmanpaya ya Stenbolê bê dîtin. (09.00)    * Duyemîn Danişîna doza edîtora ETHA Pinar Gayip û Semiha Şahin ku tên darizandin dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   *Platforma Şaxan a KESK'ê ya Êlihê dê li sendîkaya Petrol Îşê ya Êlihê der barê geşedanên dawî de daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê li Hatayê sazî u rêxistinên demokratîk ziyaret bike. (10.00-20.00)