Malbata Polat a polîsan xaniyê wan şewitand koç kirin: Em ji zilmê direvin 2018-12-04 12:20:49 WAN - Malbata Polat a ku polîsan xaniyê wan şewitand, ji ber zilm û zordariyê ji warê xwe yê bi sadan salane lê dijîn bi hêsirên çavan koç kirin. Malbata Polat, diyar kir ku ji ber zilma li wan tê kirin neçar man koç bikin.    Malbata Polat a 25 roj berê polîs û eskeran xaniyê wan şewitand, ji ber zilm û zorê ji warê xwe koç kirin. Li gundê Hespenek a navçeya Erdîşa Wanê, polîs û leşkeran di 10'ê mijdarê de bi hinceta îxbar heye operasyon pêk anîn û bi ser malan de girtibûn. Polîs û leşkerên li mala Mehmet Polat, hemû endamên malbatê bi çilen şevê û pêwxas derxistin derve. Polîsan piştre bombeyên gazê di derî û pencereyan de avêtin nava malê. Ji ber bombeyên gazê, xanî şewitî. Polîsan saet di 12.00’ê şevê de bi ser malê de girtin. Ji nava nivînan derxistin. Bi kincên şevê û bi lingên tazî em derxistin derve. Bi vî halî 3 saetan li ber sermayê hiştin. Di derî û pecereyan re bombeyên gazê avêtin nava malê. Dûre li malê lêgerîn kirin. Ji ber bombeyên gazê alavên malê şewitîn. Di 5 salên dawî de polîs û eskeran gelek caran bi ser mala wan de girt. Di serdegirtina 2 carên dawî de xaniyên wan hatin şewitandin. Malbata Polat herî dawî cam û deriyên xwe bi sac û hesinan girtin û koç kirin. Malbata ku derî û şibakeyên xwe girtin, tenê cilên xwe û çend alavên pêwist rakirin û bor kirin. Malbata Polat ku bi sedan salan li ser vê axê dijî, hemû cîranên xwe, dost û gorirên xwe, mal û milkê xwe hiştin û gund terk kirin. Malbata Polat di nava hêsirên çavan de koçî Îzmîre kirin. Malbata Polat qeyda 4 zarokên xwe jî ji dibistanê birin û koç kirin. Malbata polat diyar kirin ku wekî salên 90'an ku xizmên wan koç kirin ew jî niha ji ber zilmê koç dikin û ax û warê xwe terk dikin.    'MA JI VÊ ZILMÊ MEZINTIR ZILM HEYE?    Dayika 60 salî Pakîze Polat, zilma li dijî wan pêş dikeve rexne kir û wiha got: "Em ji ber zilma li me tê kirin koç dikin. 4 salin dawî zilmek mezin li me tê kirin. Êşa van salan nayê tarîfkirin. 5 caran bi ser xaniyê me de girtin. 2 caran xaniyê me şewitandin. 2 sal berê dema xaniyê me şewitandin em 40 rojan li derve razan. Îsal dîsa dema bi ser xaniyê me de girtin xanî şewitandin. Hemû alavên me şewitandin. Ceyîzê keça min şewitandin. Bombeyên gazê avêtin hundir û xanî şewitandin. Ma ji vê zilmê mezintir zilm heye? Niha me tenê cilên xwe kom kirin û derketin. "    '2 CARAN XANIYÊ ME ŞEWITANDIN'    Pakize Polat, destrnîşan kir ku mabata wan 10 nifûs in û wiha axivî: "Em carek din kengî vegerin ne diyar e. Ger ku zilm wisa bidome zor e ku em vegerin. Di 2 salan de 2 caran xaniyê me hat şewitandin. Me zilmek mezin dît. Her ji 3 mehan carekê bi ser xaniyê me de digirin. Şev nîvê şevê bi ser xanî de digirin û zarokan pêxwaz û tazî derdixin derve. Min neviyê xwe bi zorê derxistin derve. Xaniyê me şewitandin. Piştî serdegirtina malê û şewitandina xani derûniya zarokên min xera bû. Neviyên min şev nîvê şevê radibin û dibêjin 'Esker hatin'    'EZ PIŞTA XWE DIDIM WELATÊ XWE'    Polat, da zanîn ku heta ew bijî dê ji vê dewletê bi gilî û dozdar be û wiha got: "Piştî xaniyê me hat şewitandin, kesên ji bo piştgiriyê hatin, carek din pirsa me nekirin. Gelek kes hatin li xanî nerîn û diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin. Lê çûn û carek din nehatin halê me nepirsîn. Em niha ji ber zilmê pişta xwe didin war û welatê xwe û koç dikin. 60 salin li ser vê axê dijîm. Lê niha ji ber zilê pişta xwe didim vê axê û diçim."     'EM BE TENA CILÊN XWE DICIN'   Berhem Polat jî anî ziman ku wan hemû alav û amûrên xwe yên di xanî de şewitî, di hundirê malê de hiştin, derî û şibakeyên xwe sac kirin û koç dikin û wiha got: "Me tenê cilên xwe û pêdiviyên xwe yên rojane xistin bagaca maşînê û em koç dikin. Me her tiştê xwe hişt û em diçin. Em bi zorê hatin sirgûnkirin. Weki salên 90'an em jî wekî malbatên xwe yên din neçarî sirgûnê dibin. Ev ji bo me gelek zor û zahmet e. Em warê xwe yê salan terk dikin û diçin. Ji ber ku em kurd in em rastî vê zilmê tên."    Malbatê piştî koç kir pisîka wan li ber deriyê malê ma û ev dimenek xemgîntir li pey xwe hişt.    MA / Adnan Bilen