Sê penaber li sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan 2018-12-04 11:07:58   EDÎRNE - Li ser sînorê Edîrne û Yunanistanê li herêma Çemê Merîşê 3 penaber ji serma qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Di 5 rojên dawî de 713 penaber vegeriyan Tirkiyeyê.    Li ser sînorê Merîçê yê di navbera Edîrne û Yûnanîstanê de 3 penaberên ku Yunanistan cilê wan ji wan kirin û paşve şandin li ser sînor ji serma qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku polîsên Yûnan cil û telefonên penaberan ji wan girtine û ew dîsa paşve şandine Tirkiyeyê. Hat zanîn ku di 5 rojên dawî de713 penaber paşve hatine şandin. Hat destnîşankirin ku piraniya penaberan ji Afganistan û Suriyeyê ne. Penaberên paşve hatin şandin teslîmî Îdareya Koçberiyê ya Edîrneyê kirin. Hat zanîn ku li GunDên Akçadam û Adasarhanli yên Merîça Edîrneyê di nava 2 rojan de 3 cesedên penaberên mêr hatine dîtin. Di lêpirsînê de hat diyar kirin ku penaber ji serma qefilîne û jiyana xwe ji dest dane.