Ocalan: Bi tecrîdê re dewlet xwe diqedîne 2018-12-04 09:19:05 RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdkirinê xwe diqedîne.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 27'an de ye. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser çalakiya Guvenê û destnîşan kir ku divê herkes wekî berpirsiyar tev bigere û çi dikeve ser milê kê divê bike.    POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ   Ocalan, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî jî di roja 8'an de ye û got: "Daxwaza sereke ya vê greva birçîbûnê ew e dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Em baş dizanin 20 sal in tecrîd didome, lê di 3 salên dawî de em der barê jiyana Birêz Ocalan de tu agahiyan wernagirin. AKP ji bo îktîdara xwe têkûz bike di şexsê Ocalan de gelê kurd hemû tecrîd dike. Ev pêvajoyek e. Rêgirtina li ber pêwendîdanîna bi bi Birêz Ocalan re, tasfiyekirina heyeta Îmraliyê, neneaskirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, berterefkirina pêvajoya çareseriyê, girtina parlementer û hevşaredaran, tayînkirina qeyûman ne tesadufî ne. Ev polîtîka hevdu temam dikin û li ser asasên înkarkirinê ne. Di şexsê Ocalan de tê xwestin gelê kurd sedsala 21'an winda bike."    Ocalan, bilêv kir ku ew bi rastiyeke ku nayê xwestin kurd bi zimanê xwe, çanda xwe bijîn re rû bi rû ne. Ocalan, anî ziman ku ev helwesteke şaş e û welat ber bi neçareseriyê û pirsgirêkan ve dibe. Ocalan, destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayên şaş ên îktîdarê kes nizane wê sibê li welat çi biqewime û got: "Dibe ku bifikirin ew bi şideta li hemberî kurdan pêş ve diçin, lê ev çûyîn ber bi korerêyekê ve diçe. Bi şideta li ser kurdan û tecrîdkirina Ocalan re dewlet xwe qedandiye. Divê demildest dev ji vê yekê bê berdan."    ‘DAXWAZÊN GUVENÊ DAXWAZÊN ME NE JÎ'    Ocalan, destnîşan kir ku daxwazên Leyla Guvenê daxwazên wan in jî û got: "Jiyan û tenduirstiya Birêz Ocalan girîng e. Ger polîtîkayeke çewt li ser Birêz Ocalan bê meşandin, wê ev rê li ber travmayên ku vegera wan tune ne vebike. Dibe ku kurd bi temamî têkiliya xwe ji Komara Tirkiyeyê bibirin. Di serî de li hemberî gelê kurd û bi giştî jî li hemberî gelên pêşverû êrîşek heye. Di vir de rol û misyona gelê me pir girîng e. Divê têkeve dewrê û bêje 'bes e'. Ji bo rêyên siyaseta demokratîk vekirî bimînin divê bi awayekî demokratîk û civakiyî bertek bê nîşandan. Loma çalakiya Leyla Guven û girtiyên siyasî pir girîng e."