Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin 2018-12-04 09:15:09 ÎZMÎR - Li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin di roja 8'an de ye. Abdullah Poyraz ku 4 zarokên wî yên girtî di greva birçîbûnê de ne got: "Zarokên me li hundur, em jî li derve têdikoşin."  Girtiyên PKK'yî û PAJK'î ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji bo 10 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 8'an de ye. Malbatên ku zarokên wan di girtîgehên li Herêma Egeyê de ne, bi rêya telefonê hevdîtin bi zarokên xwe re çêkirin û gotin zarokên wan gotin ger dawî li tecrîdê neyê ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.    4 ZAROKÊN WÎ DI GIRTÎGEHÊ DE NE    Li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê 2 û li Girtîîgeha Kepsûtê ya Balikkesîrê jî 2, çar zarokên Abdullah Poyraz di greva birçîbûnê de ne. Poyraz anî ziman ku daxwazên zarokên wan daxwazî wan in jî. Poyraz, bi bîr xist ku girtiyên siyasî ji bo dawî li tcerîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û got: "Tecrîdkirina Ocalan bêhiqûqîtî ye. Em bi saya Ocalan hay ji mafên xwe çêbûn. Em ê ji bo wî bêdeng nebin. Heta dawî li tecrîdê neyê em ê bitêkoşin."    Poyraz, diyar kir ku divê li hemberî vê rewşê kes xwe li bêdengiyê daneyne û got: "Zarokên me li hundur, em jî li derve têdikoşin. Çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin. Em ê serî netewînin. Divê herkes dengê xwe bilind bike û daxilî çalakiya greva birçîbûnê bibe." Poyraz, destnîşan kir ku ger ji bo daxwazên zarokên wan gavek neyê avêtin û tiştek bê serê zarokên wan berpirsiyar hikûmet e. Poyraz diyar kir ku divê hemû kesên doza aştiyê dikin bi piştevaniyî tev bigerin û dengê xwe bilind bikin.    ‘EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'    Vasfî Ozer, bavê Savaş Ozer ê li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kiriklarê 8 roj in di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku ew bi rêya telefonê bi kurê xwe re axiviye û gotiye ew tecrîdê qebûl nakin. Ozer, anî ziman ku kurê wî gotiye ger dewlet gavekê navêje ew ê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bê dorveger bikin. Ozer got: "Em destekê didin zarokên xwe. Zarokên me li hundur têdikoşin, em ê jî li derve. Divê em her tiştî ji girtiyan re nehêlin. Ji xwe ew girtî ne. Jixwe di nav tecrîdê de tên tecrîdkirin. Divê em destekê bidin wan ku tecrîdê bişîkînin. Ez ji bo çalakiya greva birçîbûnê amade me."    Hatbî Uste, bavê Yîgît Uste yê 18 salî ku di Girtîgeha Tîpa R a Menemenê de ye, diyar kir ku kurê wî jî ketiye greva birçîbûnê. Uste, anî ziman bi rêya telefonê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û moralê wî baş bûye. Uste got: "Yîgît ji min re got 'Der barê tecrîdê de şik û gumanên me hene. Ji bo şermezarkirina vê tecrîdê me dest bi greva birçîbûnê kir. Wê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger belav bibe. Heta dawî li tecrîdê neyê em ê bitêkoşin.'"    ‘DEWLET JI BERXWEDANÊ DITIRSE'    Uste, destnîşan kir ku tecrîd antî demokratîk û biryareke bêhiqûqî ye û got: "Bi zanebûnî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan didome. Bi vê tenê ne Ocalan gelê kurd hemû tê tecrîdkirin. Leyla Guven li girtîgehê bi greva birçîbûnê li ber xwe dide. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê xwedî li Leyla Guven, Ocalan û hemû girtiyan derkevin. Dewlet ji berxwedana wan ditirse."    MA / Rûken Demir