ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-04 09:00:23 * Li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin di roja 8'an de ye. Abdullah Poyraz ku 4 zarokên wî yên girtî di greva birçîbûnê de ne got: "Zarokên me li hundur, em jî li derve têdikoşin."  * Karkerên 7 roj in li ber Fabrîkaya Dermanan a Grîpînê di grevê de ne gotin: "Di salekê de Gerîpîn ji sedî sed biha bû. Me jî xwest ji sedî 25 meaşê me zêde bibe lê qebûl nekirin." Karkeran bilêv kir ku heta ew mafê xwe bi dest nexin ew ê greva xwe bidomînin.    * Girtiyên serdema 1980'yî, pêkanîna jimariya li ser piyan a di demên dawî de di rojevê de ye nirxandin. Girtiyên berê anîn ziman ku peyva "girtîgehê" bi xwe jî Kenan Evren tîne bîra miriv û ev pêkanîn bermayiya 12'ê Îlonê ye.    * Hat diyarkirin li Licê welatiyên xwestin ji bo zivistanê zexîreyên kirîne bibin malên xwe leşkeran destaniye ser zexîreyên wan û îmha kirine.    * Li Amedê esnafên li Ceylan Karavîl Parkê ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Esnafan got: "Ger wisa dewam bike wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin."    * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdkirinê xwe diqedîne.    * Danişîna doza Kubra Eken a rastî êrîşa hevjînê xwe hat û felç bû, dê li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Edliyeya Anadolu ya Kartalê bê dîtin. Meclîsa Jinan dê li ber edliyê daxuyaniyê bidin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, dê bi armanca rakirina tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê li avahiya HDP'ê ya bajar ji bo 3 rojan têkevin greva birçîbûnê. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi tevlêbûna Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan  bi armanca rakirina tecrîdkirina Ocalan dê li avahiya HDP'ê ya Rihayê ji bo 3 rojan têkevin greva birçîbûnê. (11.00)  Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdînê û ya Şirnexê jî bi heman armancê dê li avahniyên xwe ji bo 3 rojan têkevin greva birçîbûnê. (12.00)    * Rêxistina HDK'ê ya Mêrsînê dê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rêvberên HDP'ê yên hatin binçavkirin li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Platforma Jinan a Mêrsînê dê têkildarî Cemîl Ozturkoglu  yê ku hevjîna xwe kuşt li pêş Pozcu Platin a Mêrsînê daxuyaniye bidin çapemeniyê. (18.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê li Edeneyê komele û rêxistinên demokratîk  ziyaret bike. (10.00-20.00)   * Partiyên komên wan li meclîsê hene, dê îro civînên  xwe yên dawî  pêk bînin. Rojeva civîna Koma HDP'ê Tercîd e.